Search
  • www.bircabelek.com

Li Sûriyê 4 efserên Istixbarata Rûsyayê hatin kuştin


Li bakurê Sûriyê û di encama êrîşa komên çekdar ên dijbereyê de 4 efserên Saziya Federal a Istixbarata Rûsyayê (FSB) hatine kuştin.

Li gor nûçeya malpera rojnameya Rûsî ya The Moscow Times, “4 efserên Istixbarata Rûsyayê di encamê topbarana komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de ku ser bi Tirkiyê ve ne, roja Şemiyê 1ê Sibatê li bakurê bajarê Helebê yê Sûriyê hatine kuştine.”

Malpera rojnameya Rûsî ya The Moscow Times ragihandiye, Tîma Istixbarata Pevçûnan (CIT) ku çavdêriya çalakiyên leşkerî yên Rûsyayê dike, ew zanyarî belav kirine.

Li gor heman çavkaniyê, kanala Baza ya li ser tora civakî ya Telegramê jî belav kiriye, ku her 4 efserên Rûs piştî teqîna bombekê bi otomobîla wan a serbazî ve birîndar bûne û bi birîndarî ketine destê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û paşê hatine kuştin.

Malpera Yeni Şafak ku nêzîkî hikûmeta Tirkiyê û partiya desthilatdar AK Partiyê ye, ragihandiye ku roja Şemiyê komên çekdar ên dijbereyê li bakurê Helebê û li bajarokê El-Zehrayê êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê kirine û “di encamê de 70 kes ji hêzên Sûriyê û milîsên Îranî hatine kuştin.”

Li gor zanyariyên Yeni Şafakê, “di heman êrişê de herî kêm 5 serbazên Rûsyayê hatine kuştin.”

Piştî bûyerê, ew navçe ku top jê hatiye avêtin, ji aliya firokeyên cengî yên Rûsyayê ve bi tundî hatiye bomebarankirin.

Istixbarata Federal a Rûsyayê û Wezareta Berevaniya Rûsyayê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane û kuştina wan her çar efserên Rûs ne piştrast kirine û ne jî red kirine.

Rûsyayê heta niha bi awayekê fermî îtîraf bi kuştina tenê 116 kes ji hêzên xwe yên li Sûriyê kiriye. Rûsya îtîrafê bi kuştina wan kesên çekdar ên Rûs nake ku li derveyî hêzên ser bi hikûmeta wî welatî ve çalakiyên leşkerî dikin.

RÛDAW

1 view