Search
  • www.bircabelek.com

Li Qamişlo keçek bûye berberê zilaman


Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, keçek karê sertraşiya porê zilaman dike.

Êmî Mûsa ku keçeke 17 salî ye û ji pêkhateya Suryan a li Rojavayê Kurdistanê ye, dibêje ne tiştekî şaş e, dema keçek karê berberiyê bike, weke çawa ku zilam jî cilûberên jianan didirûn.

Ew berbera jin a ji Qamişlo, ji karê xwe yê sertraşiyê hez dike û hewl dide di vî karê xwe de bêhtir serkevtî be.

Êmî Mûsa dibe yekem keç li Roavayê Kurdistanê nerîtên kevn bişikîne ûbi wêrayî porê zilaman çak bike. Wê li ber destê berberekî jêhatî xwe fêrî vî karî kiriye û xewna zaroktiya xwe bicih tîne.

Êmî Mûsa dibêje: “Min ev kar hilbijart, ji ber ku ji dema ez zarok bûm min jê hez dikir, ti şaştî tê de nîne jinek vî karî bike. Her weke çawa zilam dikarin karê dirûtina cilên jinan bikin, jin jî dikarin bibine bereber.. Ev nerîna min e.”

Berbereke destsivik û zîrek diyar e, hêdî hêdî navê wê li Qamişloyê belav dibe û navdar dibe.

Êmî hewla ezmûnkirina hemû staylên poran ji bo zilaman dide, zilam jî bê tirs porzê xwe datînin ber destê wê.

Li sertraşxaneya vê keçê, hmû rêkarên tendirustiyê yên li dijî Koroayê têne bicihkirin.

Êmî Mûsa derbarê vê yekê de jî dibêje: “Em rêkaran didine ber xwe. Hemû cih û tiştan pak dikin, maskê jî datînin. Kesên kar bikin maskê datînin û destên xwe pak dikin û lepikan li xwe dikin. Her ku xelk diçin, careke din em vê derê derman dikin.”

Êmî di qonaxên seretayî yên vî karî de, bi wê moralê xwe yê bilin dixwaze berdewam be li ser karê xwe û naxwaze zû dest jê berde.

Sedemeke pêdagiriya wê li ser vî karî heta radeyekê ji xelkê re mînak e, û ew jî piştgiriya dayik, bav, heval û mamosteyên wê li pişt e.

Ev keç dibêje, ew guh nade gotinên hin xelkan û rojekê ji rojan dê bibe xwediyê sertraşxaneya taybet bi xwe.

RÛDAW

3 views