• www.bircabelek.com

Li Mînneapolîsê xwepêşandêran agir bi qereqola polîsan xistiye


Piştî ku kesekî bi navê George Floyd ê Afro Amerîkayî ji hêla polîsekî ve hat kuştin, li Mînneapolîsê ev çend roj in xwepêşandan pêk tên. Xwepêşandêran agir bi qereqola polîsan xistiye.

Di navbera polîs û xwepêşanderên ku piraniya wan reşik in şer û pevçûn pêk tên û ev pevçûn car caran gûr dibin.

Li gor nûçeyên çapemeniya amerîkî xwepêşandêr ketine navenda polîsan a herêma 3yemîn û agir bera avahiyê dane. Floydî li vê herêmê can dabû.

Bi sed hezaran xwepêşandêr xwe barîkatên polîsan rakirine û û ketin avahiyê û paşê jî agir bera avahiyê dane. Hin hesabên medyaya civakî ev bûyer bi awayekî zindî weşandiye.


Di vê navberê da polîsan jî bi gaza rondikrêj mudaxeleyî xwepêşandêran kirine.

Di vê navberê de Tim Walz, Waliyê Mînnesotayê ji bo ku Yekîneyên Pasavanan ên Neteweyî biçin herêmê ferman daye. Tê payîn ku ev yekine di demeke kurt de bigihêjin herêmê.

Li hin deverên din jî çalakî pêk hatine

Xwenîşandan li hin bajarên din ên DYAyê jî pêk hatine. Li Memphisê xwepêşander li ber avahiya polîsan kom bûne û sloganên “Heke edalet tunebe aştî jî nîne” berz kirine. Li Los Angelesê jî xwepêşanderan rêyek ji çûnûhatinê re girtine.

Li New Yorkê jî çalaki pêk hatine.


Komek xwepêşander li Qada Unionê ya Manhattanê kom bûne û hin kaxiz bilind kirine ku li ser wan “Jiyana reşikan girîng e” nivîsandiye. Her weha sloganên “Bêhna min diçike” berz kirine.

Hawara Floydî tundiya polîsan aniye rojevê

Polîsan pêr êvarê li Minneapolisê xwest in George Floydê 46 salî desteser bikin. Di vê demê de polîsekî çoga xwe danîbû ser histûyê Floydî û li ser vê Floydî gotibû "Bêhna min diçike, nikarim bêhna xwe hildim.”  Floydî li wir can dabû.

Çar polîs ji kar hatibûn avêtin û Buroya Daraziya Cezayan a Minnesotayê û Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ji hêla xwe dest bi lêpirsînê kiribûn. (PT/FD)

BÎANET

0 views