Search
  • www.bircabelek.com

Li Londonê Kurdekî 91 salî ji Koronayê rizgar bû


Kurdekî bi navê Îbrahîm Ozlap ku 91 salî ye û xelkê bajarê Meraşa Bakurê Kurdistanê ye, li Brîtanyayê karê xwe ji vîrusa

Kurdistaniyê ji navçeya Elbîstanê ya Meraşê Îbrahîm Ozalp ku li Londonê dijiya, berî niha 10 rojan, ji ber êşa dil çûbû Nexweşxaneya Homertonê ya li Londonê.

Di encama pişkinînê de eşkere dibe ku Îbrahîm Ozalp tûşî koronayê bûye û bijîşkên Nexweşxaneya Homertonê wî karantîne dikin.

Di encama dermankirina 14 rojan de Îbrahîm Ozalpê 91 salî ji koronayê rizgar dibe û bi saxî û silametî ji nexweşxaneyê derdikeve.

Niha rewşa tendûristiya wî baş e û bijîşkên wî dibêjin ku her kesê ku berxwedana laşê wî bihêz e dikare xwe ji koronayê pak bike û vegere ser tendûristiya xwe.

RÛDAW

4 views