Search
  • www.bircabelek.com

Li Herêma Kurdistanê 12 nexweşên koronayê baş bûn


Li Herêma Kurdistanê, 12 kesên din ji nexweşiya koronayê rizgar bûn, ku 11 kes li Hewlêrê û yek jî li Silêmaniyê ye.

Birîveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê, Dilovan Mihemed ragihand, 11 tûşbûyên koronayê anku COVID-19 piştî çavdêriya pizîşkî û dermankirinê, rewşa wan a tendirustî bi temamî baş bûye, pişkinînên taybet bo her yek ji wan hatiye kirin ku encam negatîv bûne, lewma biryar hat dan ku ew kes bo mal bêne şandin.

Li Hewlêrê, hejmara giştî ya tûşbûyên ku baş bûne, gihîşte 52 kesan.

Birêveberê Tendirustiya Silêmaniyê, Sebah Hewramî jî ragihand, roja Yekşemê tûşbûyekê din ê korona li wî bajarî baş bû û bi vî awayî hejmara giştî ya tûşbûyên ku li Silêmaniyê ji koronayê rizgar bûne, bo 100 kesan bilind bû.

Herwiha li Duhokê jî ji 15 tûşbûyan koronayê, 12 kes ji wan heta niha baş bûne û tenê 3 pêketiyên koronayê li wê parêzgehê li nexweşxaneyê mane.

Li parêzgeha Helebce jî heta niha kesek ji tûşbûyên COVID-19 baş bûye.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ji destpêkê ve heta niha 330 kes li her 4 parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê û herdu rêveberiyên Germiyan û Raperîn bi vîrusa COVID-19 ketine.

Her li gor amarên wezaretê, heta niha 161 kes ji nexweşên COVID-19 li Herêma Kurdistanê baş bûne û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.

RÛDAW

2 views