Search
  • www.bircabelek.com

Li Efrînê zimanê Kurdî ji bernameya ezmûnên xwendinê hat derxistin


Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyê zimanê Kurdî ji bernameya ezmûnên xwendinê li herêma Efrînê derxistiye.

Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyê zimanê Kurdî ji programa xwendinê li herêma Efrînê avêtiye.

Çavkaniya taybet bi Rûdawê diyar kir ku dibistanên Efrînê bernameya ezmûnan belav kiriye li di nav bernameyê de zimanê Kurdî tune ye.

Çavkaniyê destnîşan kir ku tevî zimanê Kurdî di nava bernameya xwendinê de hebû, lê ezmûna zimanê Kurdî di bernameyê de nehatiye.

Heman çavkaniyê da zanîn ku tabloya baregehê hikûmeta demkî jî li herêma Efrînê bi zimanên Erebî, Tirkî û Înglîzî hatiye nivîsandin û zimanê Kurdî di nav de tuneye.

Çavkaniyê ev yek jî diyar kir ku ku hikûmeta demkî dest daniye ser wîlaya welatiyê Kurd Cemîlê Qorta li duryana gundê Qitmê û ji bo xwe kiriye baregeh.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê di 20ê çileya 2018an de dest bi operasyona Çiqlê Zeytûnê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn û piştî 58 rojan ji şer, di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê xistibûn bin kontrola xwe.

Ji dema ketina Efrînê ve û heta niha, gelek zanyarî ji nava Efrînê û bajarok û gundewarên derdora wê tên, ku amaje bi guhertina sîstematîk a demografiya Efrînê û bi taybet bi erebkirina wê herêmê dikin.


RÛDAW

7 views