Search
  • www.bircabelek.com

Li Diyale du teqîn – Kuştî û birîndar hene


Li parêzgeha Diyale ya Iraqê di encama teqîna bombekê de 2 polîs hatin kuştin.

Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed ji BasNewsê re got, îro li rojhilatê parêzgeha Diyale bombek bi otomobîla hêzên polîs de teqiya.

Nîhad Mihemed da zanîn, di wê teqînê de du polîs hatin kuştin.

Berdevkê polîsê Diyale her wiha ragihand, li bakûrê parêzgeha Diyale jî teqînek qewimî. Di wê teqînê de jî du cotkar giran birîndar bûn.

BasNews

2 views