• www.bircabelek.com

Li Belîsa ya Wanê hewla pêçana birînên xwe didin


Li Gundê Bêlisê Ya Elbaxa Wanê piştî erdheja 23ê Sibatê rû dayî  welatî hewl didin ku vegerin jiyana xwe ya asayî lê ji ber ku deriye wan a debarê ajalvanî zirareke mezin dît li benda alîkariyê ne. Li gundê Bêlisê ji 3 hezar û 70 ajal telef bûn û ji 200î zêdetir jî axur ruxiyan.

Gundê Bêlisê Ya giredayî Elbaxa Wanê ku di 23yê Sibatê de tuşî erdhejê hatibû niha hewl dide birînên xwe derman bike û vegere jiyana asayî. Lê ji ber ku pirraniya welatiyên Gundê Bêlisê ji kesên ku aboriya wan nebaş pêk tê nîştecîhên gundê wêranbûyî li benda alîkariyê ne.  Gundiyên mexdûr amaje dikin ku ji ber şert û mercên gund ji bilî ajalvaniyê ti derfeteke wan tine ku bi kareke din re mijul bibin û erdhejê jî zirareke mezin daye ajalvaniya gund.

Mexdurê Erdhejê, dibêje:"Ajalên me hemû man di binê xaniyên rûxiyayîn de. Milet perişan bû ye. Cihê pezê me tinne. Çareya sere me tinne. Em dixwazin dewlet piştgiriya me bike. Wekî ku em ji Suriyê hatibin tê hisabê."

Mexdûrê Erdhejê, got:"Malên me xirap bûne, pezê me hemu mane bin gomî de. Erebê me mane di binê xerajê de. Ev hemu hatine serê me."

Li gorî amarên Wezareta Navxweyî Ya Tirkiyeyê di encama erdheja bi pile 5.9 de ji 3 hezarî zêdetir ajal telef bûne û bi vê yekê jî deriyê debarê yê yekane yê gundê Bêlisê ajalvanî rawestiya. Welatiyên gundê Bêlisê dibêjin eger zirara wan neye dabînkirin dê jiyan bi temamî bo wan raweste.

Mexdûrê Erdhejê got:"Em dixwazin alîkariya me were kirin. Kon tên vedan lê ji bo cih tine. Pez perîşan bûye. Hemû mane di bine erdhejê de."

Mexdûrê Erdhejê dibêje:"Çi nema ye. Heywanên me hemû telef bûne. Hemû mane di binê erdhejê de."

Mexdûrên erdhejê didin zanîn ku zirara wan a di warê ajalvaniyê de ji aliyê Wezareta Çandinî û Ajalvaniyê ve hatiye tomarkirin û ji wan re hatiye gotin ku çend ajalên wan telef bibin dê ewqas alîkarî were kirin lê hîn jî zirara wan nehatiye dabînkirin.

K24


0 views