Search
  • www.bircabelek.com

Li Bedlîsê di navbera PKK û leşekrên Tirkiyê de şer derket


Li parêzgeha Bedlîsê di navbera PKKê û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de şer derket. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dibêje, 3 gerîlayên PKKê di pevçûnan de hatine kuştin.

Bi biryara Walîtiya Bedlîsê duh li 16 gundên ser bi navenda bajarê Bedlîsê ve qedexeya hatinûçûnê hatibû ragihandin.

Walîtiyê ragihandibû, ku qedexe bi armanca lidarxistina operasyonên leşkerî li dijî PKKê hatiye ragihandin.

Rojek piştî qedexeya li wan gundan, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro bi daxuyaniyekê aşkere kir, ku li herêmê di navbera hêzên wan û gerîlayên PKKê de şer derketiye.

Li gor daxuyaniyê, di encama şer û pevçûnan de 3 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

Hêj PKKê derbarê vê yekê de ti daxuyaniyek nedaye.

RÛDAW

3 views