Search
  • www.bircabelek.com

Lİ HALEBÇÊ BÎHNA SÊVAN TÊ


Cano AMEDİ

“Dayê bîhna sêvan tê” 16 Adarê 1988 an de, gava ji asîman de mirin di barî ser bajarê Halepçê, keçekî Kurd bi dengekî melûl bangî dayîka xwe dikir. “Dayê bîhna sêvan tê”! Dayîka reben bi dengekî kelegirî bersîva keça xwe dida: “Dayik heyran, keça mina delal, ev bîhna sêvan, dengên topan, qîra qîra balafiran û şerqîna dengê şûran, ne îro yê, sed sal zêdetire bav û bapîrên me dîtine, jiyane! Xuyaye îro dor dora me ye…” Erdnegarîya em li ser dijîn, ev cîh û warên me, bihûşta xewn û xeyalên me, welatê me yê şêrîn, Kurdistana zêrîn ji destpêka salan 1900 an vir de, bîhna sêvan bîhn dike. Cara yekem balafirên Birîtanya, li ser asîmanê Kurdistanê mirin barandin! Weke teyrên leşxwar, weke qeflên keftaran mirin reşandin li ser gelê Kurd. Dûre li deşta Amedê, Pîran Çewlik û Elezîzê Şex Seîdê kal bûbû şahidê wan rojan, Li Agirî îhsan Nûrî paşa û hevalên xwe, Li Dersimê Seyîd Riza û hevalên xwe, li Koçgirî Elî şêr û hevalên xwe bûn şahiden “bîhna sêvan”! Ew bîhn hêjî di qunçikên şikeftin Dersimê de veşartîye. Li qada çarçira yê, li Mahabadê pêşawa Qadî Muhamed û hevalên xwe, li bajarê Silêmanîyê şex Mehmûdê Berzencî û hevalên xwe, li seranserê Kurdîstanê Mele Mustafa Barzanî û hevalên xwe çendî car bûn şahidên wan rojên reş û tarî. Çendî car bûn şahid û kurbanîyên wan rojan. Çendî car bîhna sêvan û cureyên mirinê dîtin, îro jî yek ji wan rojane Kurdistana min a delal.

Di hemû deman de, gelê Kurd bi ked û xebatên xwe ji nav deryayên mirinê de derbasbûn û tekoşîna xwe domandine. Jenosayda Enfalê di dîroka nêzîk de pêngava herî bi êş û mirine. Enfal xelqe û kemînên komkujîyê û tunekirinê ye. Enfal sîstematîk tunekirina gelê Kurd e. Li gor plansazî û fermandarîya desthilatên Baasîyan de, bi şirîkatîya çar dewletên dagirker û bi alîkarîya xwînmijên dewletên desthilatdar, pêvajoya Enfalê destpêkir û hat meşandin. ji devera Germîyan bigire heta devera Barzan seranserê Başûrê Kurdistanê li gor wê plansazîyê qetlîam, komkujî û jenosaydek bê pîvan gav bi gav hat bi cîh kirin.

ENFAL navê jenosayd û komkujîyêye! Enfal navê ayeta quranê ye. Enfal di nav demê de li gor plansazî û projeyek sîtematîk li seranserê başûrê Kurdistanê, ji aliyê dewleta Iraqê û hevalbêndên wê hatiye pêk anîn. Enfal kuştine, Enfal mirine, Enfal zulum û tune kirine. Enfal fermana qirkirina gelê kurd e!

Balafirên şer yên artêşa Iraqê, di 16'ê Adara 1988'an de, bombeyên kîmyewî li ser bajarê Helebçeyê barandin. Di nava çend saetan de li Helebçe û derdora wê ji 5000 an zêdetir şêniyên Kurd kuştin û bi 10 hezaran jî birîndar bûn. Di nav çend seetan de li bajarê Helepçe jiyan hat rawestandin. Raya giştî ya cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Rojnemevan Remezan Ozturk piştî komkujiyê çû Helebceyê û wêneyên ku li Helebceyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdar kir. Di wêneyekê de kesekî bi navê Elî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji dest dabûn. Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujiya Helebceyê! Îro jî dema ku qala komkujiya Helebceyê tê kirin, Elî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.

Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome. Jîngeh ajêl Li gorî raporên Netewên Yekbûyî Neteweyê, ji sedemên bombeyên kîmyawî li Helebce û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994'an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêde bûye.

Herwiha ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî, zarokên nû tên dinê tehdîtek mezin heye. Komkujîya Halebçê beşekî stratejîya jenosîdê ya ENFALê ye. Weke hûn ji dizanin di plansazîya operasîyonên Enfalê li ser bingeha qirkirin û tune kirina gelê Kurd hatîye plan kirin. Di dîroka nêzîk de, navê Saddam Huseyn û Elî Hesen Ebdulmecîd (Elîyê Kîmyawî) bi navê Helebçê tê bi kar anîn. Saddam Huseyn di sala 2006 an de, Elîyê Kîmyawî jî di sala 2010 ande bi cezayê darvekirinê hatin dalqandin.

Şehîd Halepçe di sala 2014 an de, bi biryara parlementoya Kurdistanê bû parezgeh. Lê belê şagirt û xulamên Saddam Huseyn bi salane rê li ber pesandina parêzehîya Halepçe girtine û pêvajo xitimandine. Parlamentoya Baxdayê ketîye bin bandora Ayettullahan û xwe spartiye îranê. Ev çar deme serok komarê Iraqê Kurd in û li ser kontejanên gelê Kurd tên hilbijartin. Lê derheqê vê mijarê de, rojekî serê xwe ne êşandine û berpirsîyarîyên xwe bi cîh neanîne! Ev rewş bixwe cîhê pirsê ye, çima?

Dîplamasî û dîyaspora Kurdistanê li dijî tawanbar û alîgerên wan çikirin, çi helwest girtin ne dîyare? Belge û dokamenterên derketine holê nîşan dide ku tacirên Hollandî û Almanî bi şirîkatîya şîrketên Tirk maddeyên Kimyasal firotine Iraqê. Berpirs û karmendên Irakî çiqas jê eşkera bûn û hatin dadgehkirin?

Ji bo nasandin û pesandina jenosayda ENFALê çi hat kirin divê mirov bipirse û xwe bigihîje bersîvekî. Piştî bersîvê li çareserîyekî bigere û encaman bidest bixe. Ger em bê deng bi mîn in wê ayetên quranê yek bi yek ji bo qirkirin û komkujîyan bi kar bînin. Do Enfal bû, îro ayeta Fetîhê ye. Sibê wê kîjan ayet be ne dîyare! Cano Amedi 16-03-2020 Amed

3 views