• www.bircabelek.com

Koronayê plana Tirkiyê ya ji bo petrola Rojavayê Kurdistanê tevlîhev kir


Berî koronayê, petrola Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bibû rojeva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, lê  koronayê piana Erdogan a wekî her kesî tevlîhev kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berê gotibû, ew dê pirsa birêvebirina petrola Dêrazorê û Rojhilatê Firatê ligel Serokê Amerîkayê Dobnald Trump gutûbêj bike, ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî xwestibû, dor bi dor petrola Qamişlo û Dêrezorê îdare bikin, lê niha koronayê ew di vê mijarê de bêdeng kiriye.

Erdogan di vê pilana xwe de, hewl dide, Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ji dahata petrolê bi temamî were bêparkirin û Rêveberiya Xweser ji aliyê aborî ve were lawazkirin û dorpêçkirin.

Lê petrola Rojhilatê Firatê di destê HSDê û Amerîka de ye, lewma Erdogan dibêje, ew dê vê pilana ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump gotûbêj bike.

Plana Amerîka cudatir e û dixwaze dahat petrolê ji bo xerciyên HSDê, mûçeyên leşkerên wê û xerciyên xizmetguzariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.

Niha piraniya petrola Sûriyê di destê HSDê de ye, Amerîka pirsa petrolê weke kaxezeke zextê li hemberî Hikûmeta Sûriyê bikar bîne û jê sûdmend nebe.

Berî kirîza Sûriyê berhemê rojane yê petrola wî welatî 385 hezar bermîl rojan bû, destpêka sala 2011an, ji sedî 25ê bûdceya Sûriyê pêk dianî. Ji sedî 24 jî ji bo berhemê xwecihî bû.

Lê bi ji destdana bîrên petrolê, Hikûmeta Sûriyê tenê dikare 10 hezar bermîlên petrolê berhem bîne û Rêveberiya Xweser zêdetirî 14 hezar bermîlan rojane berhem tîne.

Tirkiyê dizane ku ne tenê petrola dahata aboriya Rêveberiya Xweser û HSDê ye, belku li navçeyên di bin destê wê de, samanên çandinî, avî û hersê bendavên mezin ê li ser rûbarê Feratê û samanên ajelan, ji çavkaniyên girîng ên aboriya wê ne.

Lê dibe ku ji ber koronayê plana Tirkiyê ya sînordarkirina aboriya Rêveberiya Xweser li paş ketibe û ew li benda derfeteke din ku vê pirsê bixe rojevê.

RÛDAW

0 views