• www.bircabelek.com

Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê projeyasaya înfazê protesto kir


Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  li Parlamentoya Tirkiyê di dema gotûbêjkirina projeyasaya azadkirina zindaniyan a ji ber metirsiya koronayê de li hemberî hinek xalan nerazîbûna xwe nîşan da û civîn protesto kir.

Parlamana Tirkiyeyê bo gengeşekirina projeyasaya azadkirina zindaniyan a ji ber metirsiya koronayê civiya.

AK Partiyê ev projeyasaye li hefteya borî pêşkêşî parlamanê kiribû, îro civîna parlamantoyê ya li ser wê projeyasayê destpê kir.

Projeyasa azadkirina 90 hezar zindaniyan li xwe digre, lê tawanbarên terorê, destdirêjî, mirovkujî û tûndiya dijî jinê li xwe nagre.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP dijî projeyasayê ye û di wê baweriyê de ye ku projeyasa dadperwerane û wekhev nîne.

HDPê dibêje divê kesên ku ji ber nêrînên xwe yên siyasî hatine zindanîkirin jî werin azadkirin.

Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê îşev di dema gengeşekirinê projeyasaya navborî de nerazîbûn nîşan da û destên xwe li maseyan dan.

Ti encam ji civîna îro derneket û gengeşekirina projeyasaya azadkirinê dê sibe berdewam bike.

RÛDAW

0 views