• www.bircabelek.com

Jin berî bibin Kurd, “Mê” tên dinê bira!


Motîvasyonên ku bi yekê/î nivîsarek didin nivîsîn bi sedan in.Yeter bila ya wê/wî nivîs be, sedem wekî bizirê pirparê bi bereket in. A ku vê Şemîya hanê kir ku binivîsim nivîsakerekî kurd ê nêr bû. Rabibû behsa kurdbûn û nêr&mêbûnê bi hev re kiribû. Reçeteya “lazim e jinên kurd çilo bin ji me re hazir kiribû”. Min ew xal bi xal xwend. Xuya ye camêr li ser qerektera me serî êşandîye, nabêjim na. Sedema ku bi wî nivîskarî daye nivîsîn, “tirsa ji hevberdana ku li welat zêde dibe ye”. Jinên kurd ji ber ku bi zimanê xwe emel nakin, bêtir asîmîle dibin û bi femînîstên Beyoglûya Stenbolê digerin tawanbar kirîye. Gerek yekê ji wî re bigota “Hoop! Bira! Te mesela zayendê, qerektera&enerjîya femînen û ya etnîsîteyê tevlîhev kirîye kuro...” Miraq neke, jin hene û bi ser de kurd in, ew ê ji te re sererast bikin. Em bala xwe bidinê ka jineke kurd a xwedî derfet çi dibêje li ser modela ku te ji me re pêşniyar kirîye: Bingeha bi hev re bûna&mayîna jin û mêran seks e, aborî ye, xweparastin e, parastina çandê ye, tirsa ji tenêmayinê ye...Xwestek û biryara dê û bavbûnê ye carinan. De fekê îja, ji ya te gotî, rola pêşvebirina ziman û çandî tenê yek xalek ji gelek xalên cur be cur in. Bi hev re jiyîna du kesan, kerê kor jî dizane ku li erda me kurdan bi pirranî navê xwe “zewac” tenê ye. Ev têkilî zor dimeşe wekî te gotîye. Gelo daxwaza hevdû berdanê çima ji teref jinan tê, exlebe? Wexta telaqavêtin hema hema qet tune bû di wextê dê û bavên me de, qey têkilîya wan a durist û îdeal bû li gorî te mêrê kurd? Nivîskarî pesnê modela jinên hindistanî daye. Ji bo wan gotîye:  “...cîhana globel ew pir neguherandine; mêrê wan mêr jina wan jî hê jin e… bi taybetî jin; bi çand, kevneşopî, ziman û edetên xwe ve wisa girêdayîne; mêr ne ku ji ber mêtiya wê, ji ber qerekter ji jinê re çong dide erdê.”  Pirsa min ev e bo pesndayîna vî mêrî: Li Hindistanê, kengî jin adet dibin, nikarin bikevin îbadetxaneyan. Kevneşopiyek çilo ye ezbenî ev? Mîsal, li Nepalê jin dema adet dibin, wan dikin pîna û bi ser de bê av û êm dihêlin, ji ber ku heram bûne...  Jin çima divê ya heram bin, ya jinexas an jî ji-rê-derketî, di-ser-xwe-çûyî yano meqsed qehpik bin? Kê gotîye em dixwazin mêr ji me re çongê deyinin erdê? Ma ne, em dawa mirovbûyinê dikin û di nav vê de ziman û çanda serbest jî elbet heye. Ku jinên li dora me ji çand, kevneşopî, ziman û edetên xwe dûr ketibin, ev pirsgirêkeka mezin e û divê demildest em mudaxaleyî vê bikin tev bi hev re. Lê zanibî jinên pişaftî, hîna jî jin in. Enerjîya femînen, hevhêstî, hûrbînî û gelek taybetmendîyên me “mê’yan” ji zayenda me tê û ga ji me re dibe hêz ga jî dibe cilma stû. Jin berî bibin kurd, hindistanî, emerîkî, ewropî, ewil jin in. Jin tev ne yek in, bi milyonan qerekterên cuda yên jinên ji her miletî hene. Ku hevberdana jin û mêrên li welat zêdetir bûbin, ev nîşaneya vê ye: Jinên ku kurd in, îda bêtir difikirin û biryara, lazim e jiyana wan çilo be, bi kê re bijîn&nejîn, ew bi xwe didin! Elbet bi dîtina vê sosretê(!), mêrên maço dibizdin. Pîreka ku derewên wan pîne nake, ji kêm-hunermendîya wan re li çepikan naxe belasebeb, ne jin e ya jî ne kurd e...Xerabû ye. Pirsa ku divê qerektera têkilîyan çawa exleqî û bê derew bin, şert e ji temamê civakê bê kirin. Ku me li dîroka miletê xwe nêrî û jê dersan derxist, em li zimanê xwe serbest bûn; îja barê li ser milê me ye, em rola jinên kurd di nava destanan de bi wêrekî bibêjin, aşkere bikin. Gelek ji jinexasên ku nivîskarê me Welat Dilken* behs dike, piştî mêrên wan hatine kuştin û meydan ji wan re maye navên wan hatîye qeyd kirin. Jinên ku ji mêrê kurd re pal û pist in li holê kêm mane û ev ne bela “kaos kafa”yên Beyogluyê ye. Me nedaye dû wan, meraq nekî. Têkilîyek ji-xwe-ber di nava me jinên kurd û yên ne kurd de heye û zimanê me yê hevpar girîyê me yê ji ber sancûyê adetê ye. Miletek çi ye, nikare vê nebîne û xwişkên me yên berî me navê vê têkilîya zexm û heta ber dev tijî fikirîn, guherîn û nûjenîkirine Femînîzm a ku Dilkenî danîye kêleka Fên’îzmê. Ku mêrê me neket serê me em ê wî biguherin û hîna jî em ji we giştûkan bêtir kurd in! (MA/FD) *Nivîsa Welat Dilkenî di malpera diyarnameyê de hatibû weşandin

Miqedes Akin Resmi doğum tarihi 7 Haziran 1987'dir. Annesi 80'lerin sonu Mart başlarında doğduğunu söyler. Diyarbakır'ın Gozeşêx adlı köyünde dünyaya geldiği kesindir. Kerpiçten ve köy ağasına ait olan evde 1,5 yaşına girdi. Bundan itibaren bebekliği, çocukluğu, ergenliği ve gençliği Mardin yolu üzerindeki Bêşpinar köyünde geçti. Anadili olan Kürtçe´de kaleme aldığı deneme, gezi yazısı ve skeçleri farklı dijital mecralarda yayınlandı. 2018´den bu yana, ilk kitabı olacak olan biyografik romanı üzerinde çalışmakta.

BÎANET

3 views