Search
  • www.bircabelek.com

Ji Mazlûm Kobanî peyama Efrînê


Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Kobanî bi boneya salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê peyamek belav kir û tê de got “Efrîn yek ji karê me yên destpêkî ye. Vegera şêniyên resen û çûyîna xeriban karê sereke yê me ye

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê di duyamîn salvegera dagirkirina Efrînê de peyamek belav kir.

Mazlûm Kobanî amaje dike ku rizgarkirina wî bajarê Rojavayê Kurdistanê dê karê wan ê sereke be.

Kobanî wiha got: “Efrîn mijara destpêkî ye di lîsta me de ye û vegera Efrînê li welatiyên wê û derketina çekdaran jê karê me yê sereke ye.”

Fermandarê Giştî yê HSDê hewiha got ku divê civaka navneteweyî binpêkirin û tawanên şer ên ku li Efrînê rojane rû didin, rawestîne.

RÛDAW

3 views