Search
  • www.bircabelek.com

Ji ber rewşa hewayê li 32 bajaran wê dibistan neyên vekirin


Ji ber berfa zêde û rewşa hewayê li tevahiya 23 bajaran û li hin navçeyên 9 bajaran, li ser hev li 32 bajaran wê dibistan neyên vekirin.

Li gorî zanyariyan Walîtiya Semsûr, Agirî, Baybûrt, Çewlik, Dîlok, Gîresûn (navçeya Şebihkarahisar û Dogankentê rojekê li hemû dibistanan, li Eynesilê jî ji bo xwendekarên bi sîstema veguhestinê diçin dibistanan), Gumuşhane, Qers (Sarikamiş û Qaqizman û gundên wê), Kilis, Meletî, Mûş, Ordû (navçeya Akkuş, Gurgentepe û Mesudiye), Sêwaz, Riha, Tokat (navçeya Başçiftlik û Reşadiye), Trabzon (Li navçeya Duzkoy, Şalpazarı û Tonyayê hemû dibistan, li Akçaabat, Beşikduzu, Çarşibaşı, Hayrat û Vakfikebirê ji bo xwendekarên bi sîstema veguhastinê diçin dibistanan), Dêrsim (navçeya Pilemûriye, Pulur, Mazgirt, Xozat, Pertek, Çemişgezek Nazmiye), navçeyên Yozgatê, Amed, Sêrt û Merdîn, Şirnex, Osmaniye, Colemêrg û Hatay, Kirşehir, 5 navçeyên Kayseriyê, Nevşehîr û Aksarayê biryar girtiye ku îro ji ber rewşa hewayê dibistan neyên vekirin û xwendekar neçin dibistanan.

Her weha Walîtiya Artvîn, Bedlîs (navçeya Xelat, Norşîn, Adilcewaz, Hîzan, Motkî û Tetwanê), û Wanê jî ji bo îro û sibê biryara betlaneyê dane. (TP/FD)

BÎANET

1 view