Search
  • www.bircabelek.com

Ji ber Koronayê daxwaza bo sabûna Kurdî zêde bûye


Li Bakurê Kurdistanê bi mebesta rêlibergirtina belavbûna vîrusa Koronayê tedbîrên cur bi cur tên wergirtin, ku yek ji wan jî sabûna Kurdî ye.

Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê tîmên ser bi şaredariyê ve li market û kargehan digerin û dawîn rênimayan digihînin wan û ew kesên ku pabendî rênimayan nebin jî tên cezakirin.

Polîsekî tîma pişkîner dibêje, “Bi biryara serokomariyê, divê ji sedî 10ê cihê kar bi pîvana diyarkirî bo kiryaran bê terxankirin, wate eger cihê kar 100 metre duca be, divê tenê 10 kiryar bikevin dukanê.”

Li bajarê Amedê jî , ajokarên otobusan hejmara rêwiyan bo niviyê kêm kirine û herwiha qedexe ye rêwî li tenişta hev birûnin. Tîm jî pişkinîn û çavdêriya otobusan dikin û hemwelatiyan hişyar dikin.

Hemwelatî jî wan berheman bikar tînin ku pisporên tendirustiyê pêşniyaz dikin.

Li bajarê Meletiyê jî hemwelatî van rojan, bi şêweyekî berçav sabûna kurdewarî bikar tînin, di demekê de ku berî niha rêjeya bikaranîna wê sabûnê gelek kêm bû. Ew sabûn bi tevahî sirûştî ye û li dijî vîrus û bektirya ye.

Sabûnfiroşekî bi navê Faruk Yilmaz, dibêje, ji ber ku ew sabûn sirûştî ye, li dijî bektirya ne û taybetmendiyên li dijî vîrusan tê de hene û diyar dike ku bê ziyan e û ti madeyên kimyayî tê de nînin.

Hikûmeta Tirkiyê heta niha bi temamî qedexeya hatinûçûnê ranegihandiye û qedexe tenê ji bo wan kesan e ku temenê wan li jorî 65 sal e.

Rojane tîmên polîs bazgehan li şeqaman datînin û her kesê  ku temenê wî ji 65 sal mezintir be tê vegerandin bo malê.

RÛDAW

2 views