Search
  • www.bircabelek.com

Ji ber berf û bagerê deriyê sînorî yê Hacî Omeran xitimî!


Ji ber berf û bagerê deriyê sînorî yê Hacî Omeran hat girtin. Berpirsê gumrika Hacî Omeran jî dibêje, bila ti bazirgan û tûrîstek berê xwe nede sînor.

Berpirsê gumrika deriyê sînorî yê Hacî Omeran, Mesûd Batêlî ji televîzyona K24 re gotiye, ji duhî de zêdetirî 70 santîman berf li Hacî Omeran û li ser sînor bariye. Ji ber bagerê asta dîtinê gelekî daketiye ji ber wê jî hatin-çûn li dergehê Hacî Omeran hatiye sekinandin.

Mesûd Batêlî bang li bazirgan û tûrîstên Herêma Kurdistanê û Îranê kiriye, îro bi ti awayî berê xwe nedin sînor ji ber ku bagerek tund heye.

Di heyama çend rojên borî de herî kêm sê caran berf û bagerê deriyê sînorî yê Hacî Omeran xitimandiye.

K24

1 view