• www.bircabelek.com

Ji ber aşûta li Wanê 5 kesan canê xwe ji dest dan


Li navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistanê termê 5 kesan ji qurbaniyên wê minîbûsa ku aşût bi ser ‎de hatibû xwarê hatin dîtin.‎

Li navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistanê aşût bi ser minîbusekê de hat xwarê û termê 4 kesan ‎hatibû dîtin û 7 kes jî hatibûn rizgarkirin, herwiha yekî din jî sax hat dîtin lê ligel hemû hewldanan ‎canê xwe ji dest da.‎

‎7 xwendekarên rizgarkirî bo nexweşxaneyê hatin veguehstin û termê her 5 qurbaniyan jî bo pizîşkê ‎dadwerî hatin şandin.

Berfeke zêde ketiye ser minîbûsê û ji bilindahiya 60-70 metreyan hatiye xwarê.‎

RÛDAW

0 views