Search
  • www.bircabelek.com

James Jeffrey ji bo gotûbêjkirina rewşa Idlibê û Rojavayê Kurdistanê serdana Tirkiyê dike


Ji bo nirxandin û gotûbêjkirina rewşa Sûriyê û bi taybet pêşhatên herî dawî li Idlibê û herwiha têkoşîna li dijî DAIŞê, nûnerê taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey îro Sêşemê 11ê Sibatê serdana Tirkiyê, Almanya û hejmarek welatên din ên Rojhilata Navîn dike. Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Jeffrey dê bi rayedarên Tirkiyê re, rewşa Idlibê û herwiha Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê wê geşta James Jeffrey de daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê ku di heman demê de nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye jî, îro serdana Tirkiye, Almanya û hejmarek welatên din dike.

Li gor daxuyaniyê, James Jeffrey îro bi serdanekê digihe Tirkiyê û dê li Enqerê li gel berpirsên pilebilind ên Tirkiyê bicive û bi rayedarên Tirkiyê re rewşa giştî ya Sûriyê, êrîşên hikûmeta Sûriyê bo ser parêzgeha Idlibê û herwiha rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê gotûbêj bike.

Serdana Jamed Jeffrey bo Tirkiyê di demekê de ye, ku rewşa parêzgeha Idlibê û herwiha rewşa navbera Sûriyê û Tirkiyê jî aloztir bûye û her duh Duşemê di êrîşeke hêzên Sûriyê de, 5 serbazên Tirkiyê li sînorê Idlibê hatin kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûn.

Ew zêdetirî mehekê ye ku artêşa Sûriyê bo kontrolkirina tevahiya parêzgeha Idlibê, bi piştgiriya Rûsya û Îranê operasyoneke mezin daye destpêkirin û gelek bajar û bajarok jî ji destê komên çekdar derxistine. Komên çekdar ên dijbereya Sûriyê jî duh Duşemê 10ê Sibatê bi piştgiriya artêşa Tirkiyê, li sînorê parêzgeha Idlibê êrîşek li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê dane destpêkirin.

Di mijara Idlibê de, Amerîkayê piştevaniya xwe bo Tirkiyê nîşan daye û daxwaz ji Rûsya û hêzên Esed kiriye, ku di nêzîktirîn dem de êrîşên xwe bo ser Idlibê rawestînin.

Jeffrey piştî serdana xwe ya bo Tirkiyê dê serdana Almanyayê bike û beşdariyê di Konferansa Asayişa Munchenê ya Navdewletî de bike. Di vê konferansa ewlehiyê de, Jeffrey dê dîsan behsa rewşa Sûriyê û awayê têkoşîna li dijî terorê li Iraqê û Sûriyê bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê daye xuyakirin, ku ji bilî wan serdanan, nûnerê taybet ê Amerîkayê dê serdana hejmarek welatên din jî bike, lê belê ti amaje bi navê wan welatan nekiriye û tenê hatiye gotin, ew dê di demeke guncaw de zanyariyan belav bikin.

RÛDAW

1 view