• www.bircabelek.com

HSD: Tevliheviya DAIŞê li zîndana Hesekî hat kontrolkirin


Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ku hêzên wan karîne îsyana çekdarên girtî yên DAIŞê di nav zîndana bajarê Hesekê de serkut bikin û girtîgehê bixin bin kontrola xwe.

Peyvdarê HSDê Kîno Gabriyel di daxuyaniyekê de ragihand, girtiyên DAIŞê yên li girtîgeha Sinae ya Hesekê de îsyan kiribûn û derî û pencere şikandibûn û girtîgeh xistibûn destê xwe lê hêzên taybet û Hêzên Dijî Terorê yên ser bi asayişa Rojavayê Kurdistanê, karîn wê îsyanê serkut bikin ku rojekî berdewam bû. 

Di daxuyaniya xwe de HSD dibêje, ku bidawîhatina îsyanê piştî danûstandina di navbera hêzên wan û Hevpeymaniya Navdewletî li aliyekê û nûnerên girtiyên isyankar de çêbûye.

HSD herwiha tekez dike, ku ji berpirsyariya Hevpeymaniya Navdewletî û civaka navdewletî ye, ku rêyeke çareseriyê ji bo pirsa girtiyên DAIŞê peyda bikin û ji bo zêdekirina tedbîrên ewlekariyê û baştirkirina rewşa zindanê, piştgiriyeke zêdetir bikin.

Nêzîkî 5 hezar çekdarên DAIŞê ji regeznemayên cuda di zîndana Hesekê de girtî ne. Ev ne cara yekem e jî, bûyerên bi vî awayî li zîndanê çê dibin. Di meha bûrî jî, çekdarên DAIŞê îsyan kiribûn û qata yekem a zîndanê bi temamî kontrol kiribûn.

K24

S. B

0 views