Search
  • www.bircabelek.com

HSDê li ser banga Guterres çalakiyên leşkerî rawestandin


Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser banga Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres çalakiyên leşkerî rawestandin. Banga Guterres ji bo wê yekê bû ku rê li ber belavbûna vîrusa koronayê li Sûriyê were girtin, hatibû kirin. 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo koronayê bersiv da banga Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres

HSDê li ser banga Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres çalakiyên leşkerî ku di çarçoveya berevaniyê de encam didan rawestandine. Banga Guterres ya ji aliyên pevçûyî ji bo rawestandina şer li Sûriyê, di çarçoveya rênimayiyên rêgirtinê li belavbûna veyrosa koronayê hatibû kirin.

Berdevekê HSDê Gabirêl Kîno dibêje: “Rawestandina çalakiyên leşkerî, li ser banaga Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî ye. Ku bang li hemû aliyên pevçûyî kiribû ji bo şer li Sûriyê rawestînin, heta ku Koçberî çênebe û rêgirî li belavbûna vîrusa koronayê di Sûriyê de were girtin".

Di kolan û xalên kontrolê ên bajarê Til Temrê li ser vê yekê bêdengiyek serdest e, lê li gor fermandarên encumena leşkerî ev bêdengî ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên wê ve tê binpêkirin û li gel metirsiya xelkê ji belavbûna vîrusê binpêkirinên Tirkiyê zext û metirsiyê li gel xelkê zêdetir dike.

Serokê Encumena Leşkerî ya Sûrî li herêma Til Temrê wiha got: “Ev nexweşî ji bo heremê metirsiyeke mezine. Lê dagirkeriya Tirk û çekdarên girêdayî wê, pabendî agirbestê nabin û piştî belavbûna vê vîrusê û heta niha li ser gelek xalên bajarê Til Temrê û Um El-kêfê binpêkirin pêk tên. Şer û metirsiya belavbûna vê vîrusê bandorê li ser pîskolojiya Xelkê dike. Herwiha qutkirina avê li ser bajarên heremê, ji aliyê Tirkiyê ve zexteke derûnî ji ya vîrusê zêdetir li ser xelkê çêkir".

Berpirs û fermandarên HSDê diyar dikin ku ew ji bo selamet û ewlehiya gelê xwe kar dikin û tekez dikin ku ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê çi ji destê wan bê ew dê bikin.”

Herwiha li gor Desteya Tenduristiyê heta niha tu haleteke bi vîrusa koronayê li Rojavayê Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

RÛDAW

4 views