Search
  • www.bircabelek.com

HRWê derbarê Rojavayê Kurdistanê de bang li Tirkiyê kir


Rêxistin Human Rights Watch (HRW), diyar dike, hewlnedana Tirkiyê bo dabînkirina avê bo hinek navçeyên Rojavayê Kurdistanê, şiyanên ajansên mirovî bo xizmetkirina xelkê wan navçeya dixe metirsiyê, bi taybetî jî di vê qonaxa hestyar de ku korona li piraniya welatên cîhanê belav bûye.

HRW daxwaz li Tirkiyê dike, bi zûtirîn dem, her çi ji dest tê bike bo bikarxistina binkeya dabînkirina ava Elok li Serê Kaniyê ku ji Cotmeha sala derbasbûyî ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên ser bi wî welatî ve dest bi ser de hatiye girtin.

Li gor wê rêxistinê, Rêveberiya Xweser û rêxistinên mirovî di amadekariyên bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê de, rastî astengên mezin tên û nikarin pêdawîstiyan veguhêzin, ji ber ku niha sînorê di navbera Rojavayê Kurdistan û Herêma Kurdistanê de girtiye.

Michael Page, Cîgirê Rêveberê HRW li Rojhilata Navîn, dibêje, “Di lûtkeya belavbûna wê şewba cîhanî ku guşareke mezin li ser sîstema rêvebirin û jêrxaneyên pêşkevtî jî pêk aniye, berpirsên Tirkiyê, av li ser wan navçeyan biriye ku fişareke zêde li ser heye. Divê berpirsên Tirkiyê, temama hewlên xwe bidin bo ku av bigihije destê xelkê wan komelgehan.”

Michael Page dibêje, “Birîna avê li ser bakur rojhilatê Sûriyê ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve, tenê ziyan bi xelkê sivîl nagihiîne, karîgeriya neyînî bo Tirkiyê jî dibe. Rûbirûbûna Koronayê pêwîstî bi girtina rêkarên tendirustiyê heye. Sînor bi tenê nikarin, rê li ber belavbûna vîrusa Koronayê bigirin.”

Wê rêxistina mirovî ragihandiye, ji ber nebûna av û pêdawîstiyan, ew nikarin hişyariyên xweparastina ji koronayê, belav bikin, heta nikarin xelkê han bidin ku destên xwe bişon.

Tirkiye dibêje, ew aliyê dest bi ser wêstgeha karebayê ya Mebrûka û bendava Tişrînê de girtiye, karebayê nade bi wêstgeha Elok. Lêbelê rêxistina mirovî vê yekê red dike û tekez dike, wêstgeha ava Elok, pêwîstî bi karebaya wêstgeha Mebrûka nîne û karebaya pêwîst heye, lêbelê Tirkiye naxwaze ew wêstgeh bikar bikeve.

Wêstgeha Elok, avê bo 460 hezar xelkê parêzgeha Hesekê û herwiha xelkê li kampên Hol û Erîş dabîn dike ku bi dehan hezar Iraqî, Sûrî û biyanî li wan kampan dimînin.

Ji ber qutkirina ava Elok, xelkê wan navçeyan pena birine ber ava tenkeran ku dikarin tenê ji sedî 50 pêdawîstiya xelkê dabîn bikin jibilî ku kalîteya wê xerab û nirxê wê jî giran e.

Berpirs û raportên navxweyî yên Sûriyê amaje bi wê dikin, birîna ava Elok ji aliyê Tirkiyê ve, weke kartekî fişarê li dijî hikûmeta Rojavayê Kurdistanê tê bikaranîn, bo ku Rêveberiya Xweser karebaya zêdetir bide navçeyên li jêr destê wan grûpên çekdarên ên ser bi Tirkiyê ve.

Human Rights Watch, daxwaz ji Tirkiyê, hikûmeta Sûriyê, Kurd û rêxistinên ser bi Netewên Yekgirtî ve dike, li gel hev kar bikin ji bo ku dilniyayî bidin ku kareba û av dê bê gihandin bi xelkê sivîl bi awayekî bê ciyawazî û astengên ne asayî.

HRW tekeziyê li ser wê jî dike, yasaya navdewletî ferman bi hikûmet û hêzên desthilatdar dide ku rêz li mafê gihandina avê bigirin û tekeziyê li wê bikin ku ava pak digihije xelkê.

RÛDAW

3 views