Search
  • www.bircabelek.com

Hejmarek koçberên Kurd li Wanê di bin berfê de mane


Li navçeya  Ebêx (Çaldêran)  a Wana Bakurê Kurdistanê  4 koçberên Rojavayê Kurdistanê di bin berfê de mane û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gor agahiyên Rûdawê, dema ku derdora 150 koçberan xwestine ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ku beşek ji wan Pakistanî, Efxanî û xelkê Rojavayê Kurdistanê ne, 13 kes ji wan koçberan, li herêma gundên Sarî Cemal û Osmanlî yên Ebêxê, di nava berfê de wanda bûne, û yên din xwe rizgar kirine.

Nasnameyên 3ê kesan ji wan kesên wendayî ji aliyê Rûdaw ve hatine naskirin, ku ji xelkê Kobanî ne, ew jî, Ebdo Ehmed Şêx Ebdil-Rehman ji gungê Xanika Jêrîn, û hevjîna wî Hindirîn Mamed Îbiş jî ji gundê Helincê, û Azad Hemzê ji gundê Qazaniyê ji herêma Kobanî ne.

Ew her sê xelkê Kobanî wenda bûne, pêş çend rojan ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibûn, û ji wir jî derbasî Bakurê Kurdistanê bibûn, û bi rê de di bin berfê de mane

Ji ber berfa zêde, hikûmeta Tirkiyê nikare tîmên hawarçûnê bişîne wê navçeyê û li bendê ye, pêla berfê raweste.

Ji aliyê din ve Serokê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) a Wanê Murat Melet jî ragihand ku hinek malbatên qurbaniyan bi rêya komeleya wan serlêdan kirine ku cenazeyên kesûkarên xwe werbigrin ku ji cihê lê can dane nehatine veguhestin.

Murat Mele dibêje: “Mixabin li ser sînor hersal bidehan kes ji ber sermayê canê xwe ji dest didin. Divê herkes û her alî berpirsiyariya xwe pêk bîne. Divê ew mirov çi sax û çi mirî bin divê werin dîtin.”

Herwiha Waliyê Wanê Emin Bilmez jî da zanîn ku jinekê Fermangeha Cenderemyan a Ebêxê agahdar kiriye ku 13 koçber dema sînor derbas dikin ji ber sermayê canê xwe ji dest dane.

Emin Bilmez diyar kir ku wan derbarê bûyerê de dest bi lêkolîn û xebata kirine û aliyên peywendîdar weke AFAD û cendermeyan hatine agahdarkirin.

Bilmez herwiha da zanîn ku ji ber berf û bagerê rê hatine girtin û tîmên awarçûnê nikarin xwe bighînin wê nevçeyê û ew li bendê ne ku pêla berfê raweste.

RÛDAW

1 view