Search
  • www.bircabelek.com

HDP: Guhertina demografyayê tawanê dijî mirovatiyê ye


Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê ragihand ku hikûmeta AK Partiyê bo guhertina demografyaya Rojavayê Kurdistanê li ser veguhestina Ereban ji Cerablusê bo Girê Spî berdewam e.

Parlamenterê HDPê Mahmut Togrul da zanîn ku ev pêngavên AK Partiyê yên guhertina demografyaya navçeyê “tawanê dijî mirovatiyê ye.”

Çend rojên derbasbûyî ji bajarê Cerablusê ku di jêr kontrola grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye, karwanek ku ji 151 otomobîl pêk hatibû xelkên Ereb veguhestin Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê. Walîtiya Dîlokê jî di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê dabû ku karwan ji wan kesan pêk hatibû ku ji Cerablûsê koçber bûne.

Parlamenterê HDPê got, ji ber belavbûna dîmenê karwan di medyayê de, hewldanên bo guhertina demografyaya navçeyê zêdetir eşkere bûne û Walîtiya Dîlokê jî îtîraf kiriye ku 137 otomobîl û 14 otobûs di ser Karakamiş re bi rêya Deriyê Sînor ê Akçakale xelk veguhestine bajarê Girê Spî.

Mahmut Togrul amaje bi wê yekê da ku di demekê de cîhan bi rûbirûbûna koronayê ve mijûl e, AK Partî bi rêya cîbicîkirina planên xwe xelkê Ereb li navçeyên Kurdnişîn bicîh dike ku armanc guhertina demografya navçeyê ye wek berê li herêma Efrînê dîtine.

RÛDAW

8 views