• www.bircabelek.com

Hêlîn Bolek, endama Grup Yorumê koça dawî kiriye


Grup Yorumê li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku Hêlîn Bolek, koça dawî kiriye. Bolek 288 roj in çalakiya rojiya mirinê berdewam dikir.

Di peyamê de hatiye gotin ku, “Hêlîn Bolek, endama Grup Yorumê ya 288 roj in çalakiya rojiya mirinê dikir, şehîd ketiye… Em bang li herkesi dikin ku li mala berxwedanê xwedî li şehîda me derkevin.”

Dixwestin fişar bi dawî bibin

Hêlîn Bolek û Îbrahîm Gokçek, endamên Grup Yorumê ji bo hevalên wan ên di girtîgehê de serbest bimînin, biryara zeftkirinê ya Wezareta Karûbarên Navxweyî betal bibe, qedexeya li ser konserên wan rabe û fişarên li ser Navenda Çandê ya Îdilê bidawî bibe, greva xwe ya birçîbûnê veguhestibûn çalakiya rojiya mirinê.

Çi bûbû?

Grûp Yorûm di Navenda Çandê ya Îdîlê ya Stenbolê da xebatên xwe bi rê ve dibe. Ev navend di 2 salê dawîn da ji 10 caran bêtir rastî serdegirtina polîsan hatiye. Di dema serdegirtina da gelek kel û pel û enstrûmanên grûbê hatine şikandin û wendakirin. Herweha defterên notayên muzîkê û qeydên stranan zerar dîtine.

Li gor daxuyaniya Grûp Yorûmê di serdegirtinan da heta niha 30 kes hatine girtin û hê jî endamên Grûpê yên girtî hene.

Daxwazên endamên grûpê yên ku di rojîya mirinê da ne weha ne:

Navenda Çandê ya Îdîlê ya ku Grûp Yorûm kare xwe tê de bi rêve dibe û herdem di bin zextan da ye divê dawî li zext û serdegirtinên polîsan yên li ser navêndê bê.

* Divê endamên Grûp Yorûmê ji lîsteya ku wezaret lê digere bên derxistin

* Divê qedexeya li ser konserên grûpê bên rakirin. Nêzîkî 3 sale hema bigre hemû konserên Grûpê qedexekirî ye.

* Divê dozên ku li ser endamên grûpê hatiye vekirin bên xistin.

* Divê endamên grûpê yên girtîne serbest bên berdan.

(EMK/FD)

BÎANET

0 views