Search
  • www.bircabelek.com

Guhdarên ezîz, êdî hemû stranên Radyoya Erîvanê li ser înternetê ne


“Êrîvan xeber dide. Gundarên ezîz, naha bibîzin deng û behsên teze“. Ev xeber, ji bo wan nifşên ku hesret bûn bi zimanê xwe di radyoyê de li teştekî guhdar3i bikin, çend hevokan bixwînin weke zêrê zer bû. Bi saya “vê xeberê”, ew nifş û nifşên li du wan hay ji pêşketinên derbarê kurdan de bûn û dengê bi sedan stranbêjan bihîstin. Aram Tîgran, Aslîka Qadir, Karapetê Xaço, Sûsika Simo, Egîdê Cimo, Fatma Îsa, Eyşa Miho hin ji wan navan bû ku berbelav bûbûn û dihatin nasîn. Lê li gel van navan ji sedî zêdetir navên din jî bi rêya Radyoya Erîvanê dengê xwe gîhandin “guhdarên ezîz”. Di nava bi dehan salan de bi sedan stran bi rêya vê radyoyê dengê xwe li nava kurdan veda û li gel çandekê, arşîveke giranbiha jî ava kir. Enstîtuya Çandê ya Kurdan û Almanan (Deutsch-Kurdisches Kulturinstiut) ya di sala 2019ê de hatibû avakirin ev çar sal in li ser vê arşîvê kar dikir. Lêkolîner û xebatkarên Enstîtuyê di encama vê xwebatê de karê xwe qedandine û bi qasî 900 stran li ser platformên dijital, ango li ser Youtube, Spotify, Apple Music û hin platformên din ên dijîtal weşandine. Bitikîne - Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê Enstîtuyê di heman demê de gotinên hemû stranan jî nivîsandine û ew jî li gel van stranan weşandine. Bi vê re rê li ser wî tiştî jî wê were girtin ku gotinên stranan bi şaşî dihatin bilêvkirin û strîn. Bi vê xebatê re 900 stranên zêdetirî 150 stranbêjan ên ku deng û awazên wan di Radyoya Erîvanê de olan daye, wê ji bo guhdaran û lêkolîneran weke çavkaniyeke dewlemend li ser înternetê ango platformên dijîtal bin. Enstîtu li gel vê xebatê wê pirtûkek ji çar cildan pêk tê di rojên pêş de çap bike. Lêkolîner û stranbêj Cewad Merwaniyî tevlî ekîbeke qerebalix ev sê sal in li ser vê xebata pirtûkê kar kiriye. Di pirtûkê de wê gotinên stranan û li gel wê jî DVDyek ku ji stranan pêk tê were weşandin. Kampanyeyeke ji bo 3 rojan wê dest pê bike Enstîtuyê bi weşandina vê arşîvê re wê kampanyayeke ji bo sê rojan bide dest pê kirin. Enstîtu bang li hemû stranbêjên kurd û guhdaran dike ku roja 27-28 û 29ê Nîsanê ango duşem, sêşem û pêncşemê li ser hemû hesabên xwe yên medyaya civakî rojê stranekê ji vê arşîvê biweşînin. Enstîtuyê di bangewaziya xwe de bi taybet ji stranbêjan xwestiye ku di van her sê rojan de tenê van stranên ji arşîvê bi guhdarên xwe re par ve bikin. Enstîtu bi vê kampanyayê armanc dike ku bi vî awayî stranên vê arşîvê bigihêje zêdetir guhdaran.   Enstîtu di sala 2019ê de hatibû avakirin Enstîtuya Çandê ya Kurdan û Almanan beriya niha nêzîkî bi du salan dest bi xebatên xwe kiriye. Hakan Akay, Dîrektorê Enstîtuyê di Hezîrana 2019ê de ji Suna Alan re axivî bû û ji bo armancên Enstîtuyê wiha gotibû: “Ez zanyarîyên me yên di derheqê çand û hûnera kurdî de dîşibînim zanebûna feylesofê serdema Yewnana Antîk, Demokritî ya ku 2500 sal berê di derheqê “Atomê” de dizanibû. Demokrit tiştê herî piçûk ê di xweyazê de wekî Atomus, ango Atom bi nav kiribû. Lê dîroka agahdarîyên li ser parçebûna Atom û parçeyokên Proton, Neutron û Elektron heta agahdarîya hebûna parçeyokên Protonê bi qasî 110-120 sal e. Ger ez bi kêm-zêde bêjîm, bi gelemperî zanebûna me ya di derheqê tarîx, çand û hunera kurdan de, tevî tiştên ku me bihîstine û me bi xwe afirandine bi qasî zanebûna Demokrit a ku 2500 sal berê ji bo“atomus”  gotîye, ye. Bê şik ger meriv pêvajoya dijwar a sosyal-çandî ya ku gelê me dijî û mêzîna polîtîk a navnetewî berbiçav bike, hatina vê merheleyê jî bi qasî zanyarîya “atomus” girîng e û hêja ye.    "Lê ez difikirim ku kêşeya me ya esil, bi gotinekê din 'sedsala me ya nû' niha dest pê dike. Ji bo vê yekê jî divê em bi hûrgilî û kûrahî bikevin nav çand û hûnera xwe, her merheleyê li gorî taybetmendî û pêşketinên wan bikolînin û lêgerînan çêkin. Li gel vê yekê, ger em zanyarîyên ku  di encama van lêkolin û lêgerînan de bi dest bixin, bigihîjînin nifşên nû, ji bo lêgerînên nû bikin çavkanî û di heman demê de em bikaribin di hilberînên xwe yên hûnerî de jê fezy bigrin, em ê sedsala rewşenbîrîya kurdî bijîn.” Dê kerem bikin em bi hev re deng bidin Radyoya Erîvanê bila ji me re bibêje “Êrîvan xeber dide. Gundarên ezîz, naha bibîzin deng û behsên teze“. Ferid Demirel bianet Kurdî editörü. Marmara Ünivesitesi Gazetecilik Bölümü mezunu. Aynı okulda ve aynı bölümde yüksek lisans yapıyor. Birgün, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw TV ve Sputnik Kurdistan’da muhabir, editör, haber müdürü ve şef editör olarak çalıştı. "Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle: Türkiye'de 9 Gazete" kitabına katkıda bulundu.

4 views