Search
  • www.bircabelek.com

Generalê Rûsî: Tirkiye rijd e ava vexwarinê nede Heseke û Til Temirê


Fermandarê Gistî yê Hêzên Rûsî li Herêma Cizîrê radigihîne, wan gelek hewl dane ku hêzên Tirkiyê ava vexwarinê bidin Hesekê û Til Temirê, lê heta niha aliyê Tirkî bihaneyan digire û ne razî ye avê berde.

Li ser vexwendina Fermandarê Gistî yê Hêzên Rûsî li Herêma Cizîrê General Anatolî, civînek rojnamevanî li firokxaneya navdewletî ya Qamişlo hat li darxistin û hejmarek ji dezgehên ragihandinê jî beşdar bûn û di nava wê de peyamnêrê K24ê Ekrem Salih lê beşdar bû.

Di destpêka axaftina xwe de Genaral Anatolî bal kişand ser mijara hebûna Rûsya li Sûriyê, ku ya girîng niha li cem Rûsya ew e, Idlib ji grûpên terorist kontrol bikin û aramiyê li deverê bisepînin, herwiha got ku têkiliya wan bi hukûmeta Sûriyê re dîrokî ne.

Anatolî tekez kir, nabe xaka Sûriyê parçe bibe û divê mafê her pêkhateyeke netewî li Sûriyê parastî be, di nav de jî mafê gelê Kurd.

Mijara sereke ya civênê ew bû, qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê li ser Heseke û Til Temir bû. General Anatolî da zanîn ku di 24ê Sibata 2020an de Tirkiyê bêyî ku me agahdar bike av ji navenda Elok ya li derdora Serê Kaniyê qut kir û karmendên navendê jî derkirin û bêyî ku sedema wê kiryarê ji wan re werin zelal kirin.

Di 25ê Sibatê de, hêzên Rûsî civînek li Nisêbînê bi Generalê Tirkî Burhan Aktaş re girêdan, di civînê de aliyê Tirkî ji aliyê Rûsî xwast ku kehrebê bidin Serê Kaniyê da ku Tirkiye jî avê bide Hesekê û Til Temirê, ew jî di riya navenda kehrebê ya li Mebrûka re ku kehreba xwe ji bendava Tişrîn werdigire.

Generalê Rûsî da zanîn, bi sedema şer û pevçûnan, navenda Mebrûka ya kehrebê ji xizmetê derketiye.

Di 26ê Sibatê de jî, hêzên Rûsî hewla çakirina navendê kirin, ta ku kehrebê bidin Serê Kaniyê li beramberî dana avê bo Hesekê û Til Temir, lê Tirkiyê dîsa gelek bihane derxistin û gortin Encûmena Xwecihî ya Serê Kaniyê biryara qutkirina avê daye.

Di 27ê Sibatê de, aliyê Rûsî û Tirkî lihev kirin ku kehrebê û avê bidin, ew jî piştî erêkirina Rêvebiriya Xweser û rêjîma Sûriyê jî, vêca aliyê Rûsî navenda Mebrûka ya kehrebê pêxistin, lê dîsa Tirk sozên xwe pêk neanîn, bi behaneya ku hin grûpên nenaskirî yên çekdar êrîşî hêzên Tirkiyê dikin. Lê hêzên Rûsî tekez kir, ew bi awayekî berdewam çavdêriya deverê dikin û wan nedîtiye ku ti êrîş ji aliyê HSD yan û ji aliyê rêjîmê ve nehatiye kirin û Tirkiyê tenê behaneyan digire.

Got jî: Me dîsa karmendên navenda avê şandin Serê kaniyê, lê hêzên Tirkiyê nehiştin ew derbas bibin.

Di dawiyê de Anatolî diyar kir, ew di danûstandinê xwe bi aliyê Tirkî re gihiştine koşeyeke teng, ji ber ku Tirkiye bihaneyan digire û sozên xwe bicin nayîne û tiştê ku Tirkiyê dike karesateke mirovî ye.

Tê zanîn ku bi sedema qutkirina avê li Heseke û Til Temirê, kirîz û alozî derketiya holê û ta niha Tirkyê li ser dana avê erê nake, xelkê deverê jî avê bi nirxên buha dikirin.

SB

K24

4 views