• www.bircabelek.com

Fehed Elmesrî ku Îsraîl dixwaze bibe serokê Sûriyê li ser Kurdan çi dibêje?


Endamê Rêveberiya Bereya Rizgarkirina Niştîmanî li Sûriyê Fehed Elmisrî ragihand ku ragihan ku li Sûriyê pirsa Kurdî pirsa wî ye û ew êşa her Kurdekê weke êşa xwe dibîne.

Fehed Elmisrî ku tê gotin Îsraîl ew weke kesê cihê Beşar Esed bigire pêniyar kiriye, dibêje ew Kurdan weke hebûneke esîl û bingehîn ji gelê Sûriyê dibînin.

Elmisrî got: “Divê îtîbara Kurdên ku ji nasnameya Sûrî mehrûm mane bê vegerandin û ew ji ber zilma ku rûbirûyî wê mane bêne qerebûkirin. Em zimanê Kurdî weke zimanê duyem yê Sûriyê dibînin. Em daxwaz dikin Kurd bi awayekî fermî di destûra Sûriyê de, weke pêkhatiya duyem di dewleta Sûriyê de bên naskirin.

Fehed Elmesrî birsiva pirsên pêşkeşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara yên derbarê projeyên wî de û rewaşa Kurdan de da.

Projeya we ji bo siberoja Sûriyê çi ye?

Destpêkê destûrê bide min ku ez, silavên xwe ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nîçîrvan Berzanî û Birêz Mesûd Berzanî û Rêveberiya Herêma Kurdistanê pêşkêş dikim. Herwiha rê bide min ku ez şenaziya xwe, ji bo jina Kurd, û cihê wê di nav civaka kurd û egîdiya wê nîşan bidim. Jina ku bi destekî çeka xwe hildigre û bi destê din zarokê xwe yê bişîr. Ligel vê yekê daxwaz dikim ku di rêya vê bernameyê de ez peyamekê ji bo gelê Kurd li Sûriyê rabighînim. Ji bo ez ji wan re bêjim “ez ji we hezdikim hûn taca sere mene”. Pirsa gelê Kurd li Sûriyê pirsa min e. Ew pirsa Bereya Rizgarkirina Niştîmanî ye. Pirsa her welatiyekê Sûrî ye. Pirseke mafdar e. Pirsa her Sûriyeyî ye. Êşa we, êşa me ye. Birîna we, birîna me ye. Zilma ku bi serê we de hatî, bi ser serê me hemûyan de hatiye. Bi serê xelkê me, bi Kurd û Erebê teva hatiye. Em dê hewil bidin vê zilmê, ji ser serê gelê xwe li Sûriyê bidawîbikin û di serî de, zilma li ser gelê me yê Kurd li Sûriyê. Gelê ku 2 qat bi zilmê re rûbirû mane.

Em hemû dê hewl bidin, her curê zilmê rakin û em dê bi hev re, Sûriyeke nû ya demokratîk, pir reng, hevbeş ji bo her kesê avabikin. Em bi nîştîmaniya we serbilind in. Hûn xelkê me ne. Em bi we serfiraz in. Em ji we hezdikin û em dê bi hev re kar bikin. Birayê min ê ezîz, nêrîneke me yê neştîmanî heye. Projeyeke me yê neştîmanî heye. Ji destpêka avabûna Bereyê, beriya zêdetrî 5 salan ve me nêrîneke zelal ji bo çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê ragihand. Ji ber ku beriya ku pirsa hemû Kurdan be, pirsa me ye. Pirsa Kurd girîng e ji bo me. Em Kurdan weke hebûneke esîl û bingehîn ji gelê Sûriyê dibînin.

Çanda Kurdî parçeyek ji çanda neştîmanî û mîrateya şaristî û mirovî yê Sûriyê ye. Çawa ku em rêzdariya hemû pêkhatiyên li Sûriyê digirin, divê em rêza taybetmendiya Kurdî jî bigirin.

Hemû hemwelatî di aliyê mafan û erkan de wekhev in. Em di Bereya Rizgarkirina Neştîmanî de, daxwaz dikin ku komteyeke niştîmanî bê avakirin, ku li ser bingeha diyaloka niştîmanî rêkarên pêwîst deyne ku bi dilê hemû aliyan be. Û hemû curê zilma hemwelatiyên me yên Kurd ên Sûrî rûbirûyî wê mane rakin.

Divê îtîbara Kurdên ku ji nasnameya Sûrî mehrûm mane bê vegerandin û ew ji ber zilma ku rûbirûyî wê mane bêne qerebûkirin. Em zimanê Kurdî weke zimanê duyem yê Sûriyê dibînin. Em daxwaz dikin Kurd bi awayekî fermî di destûra Sûriyê de, weke pêkhatiya duyem di dewleta Sûriyê de bên naskirin. Mafê kurdan ê vekirina dibistan û saziyên xwe yên perwerdehî û çandî heye. Mafê wan ên avakirina partiyan heye. Rola wan di avakirina şaristaniya Sûriyê de heye.

Kurdên Sûriyê beşekî bingehîn ji Sûriyê ne. Em daxwaz dikin ku, roja 21 Adarê, roja Newrozê, ku di heman demê de cejna dayikan û cejna biharê ye, weke rojeke betlane ya niştîmanî ya fermi bê dîtin. Em tekezî li mafê azadiya bawerî, olî û ramanê û hemû cûrên azadiyê, ji bo hemû hemwelatiyan dikin.

Eger tu bibî Serokê Sûriyê çi projên tê hene?

Destpêkê bibêjim, min xwe ji bo tu postekê berbijêr nekiriye. Projeya me ya neştîmanî, ji bo Sûriyeke demokratîk, pir reng û hevbeşe li tevahiya Sûriyê deng veda. Gelê Sûriyê daxwaz dike ku em bibin desthilatdar. Em daxwaza desthilatê nakin, em hewl didin ku hemû Sûriyan li dora vê projeya neştîmanî bicivînin. Projeya me ya neştîmanî kesekî dûr naxe. Rêzê ji her kesî re nîşan dide.

Pirsa kurd di Sûriyê de li ser du xalên sereke avadibe; pirsa yekem, pirsa beşdariyê ye, ya duyem jî pirsa mafan e. Divê ji bo yê din rêz bê nîşan dan. Pirs jî ew e ku rêz nayê nîşandan. Dema ku ji bo hemû pêkhatiyên Sûriyê rêz bê nîşandan, wê demê, em ê bigihên aramiyê û Sûriya nû .

Projeya me ya netewî jî vê dixwaze. Ji bo Sûriyeke nû nêrîneke me ya zelal, xalî ji nexweşiyên ku rêjîmê di Sûriyê de avakirine heye. Di serê wan nexweşiyan jî, hizra dijminatiya bi bi Îsraîlê re. hewiha ew dûrişmeyên bi derew ku rola palpişta sereke ji bo mayîna rêjîmê dema 50 salan û heta niha di desthilatê de.

Di destpêka serhildana gelê Sûriyê de, yek ji daxwazan guherantina navê Komara Sûriyê bû, ji Komara Erebî ya Sûriyê bo Komara Sûriyê. Hûn jî ligel vê yekê ne?

Destpêkê divê em têbigihêjin ku, beriya rayadarên Beasê û hizra faşîst bigihên desthilatê li Sûriyê, 41 salan navê Sûriyê, dewleta Sûriyê bû ango Komara Sûriyê bû. Em dixwazin hemû cûrên nerînî ku rêjîmê, li ser navê Sûriyê û saziyên wê û kolanên wê danîne rakin. Piştî çûna Esed, divê hemû cûrên cudahiyê ku bi navê komara Sûriyê yê Erebî di nav gelê Sûriyê de avakirin jî rabin. Di Sûriyê de, mijara ereb û rûbtiyê weke mefhumekî şofînî hat bikaranîn û vê yekê zerarek mezin da Kurdan û hemû pêkhateyên din li Sûriyê. Rêjîmê Ereb ji bo siyaseta xwe bikaranî. Divê bê bîra me, kesayeta rêzdar Mihemed Kurd Elî yê ku li Sûriyê bi niştîmaniya xwe tê naskirin; yekem komeleya zimanê Erebî li Sûriyê wî avakir. Lewma pirs ne di navbera Ereban û Kurdan de ye. Pirs di feraseta şovînî ya ku rêjîma Sûriyê ferzkiriye de ye.

Sûriyê welatekî pir netew û pir mezheb e. Bi baweriya we, pêwîst e sîstema Sûriyê navendî yan federalî be?

Mijara federaliyê û mijara destnîşankirina şêweya pergala Sûriyê piştî Esed, mijareke aliyek tenê bêyî hemû aliyan din nikare destnîşan bike. Pêwîst e lihevkirinke neştîmanî li ser asta pergala Sûrî û dewleta Sûriyê bê kirin. Em di Bereya Rizgarkirina Neştîmanî li Sûriyê, di wê nêrînê de ne ku Sûriya Esed bidawî bû. Divê em bi Sûriyeke nû bihizirin. Em dihizirin ku, pergala rêveberiyê yê Fransayê nêzîkî rewşa li Sûriyê ye. Em dihizirin ku encumena heremî û şaredariyê, ji gund bigre ta bi, bajarok, bajar, parêzgeh û herêm, divê rasterast ji aliyê xelkê ve hilbijartî bin. Ev yek dê tevlîbûna hemû pêkhateyan li Sûriyê misoger bike. Ger gundek, bajarek an parêzgehek piraniya xelkê wê Kurd bin, wê demê, dê piraniya encumena wê, ji Kurdan bin. Ev yekrêziyeke neştîmanî avadike.

Hinek Kurdan bi perçebûnê tometbar dike. Em regezperestiyê red dikin. Kurd ne cudaxwazin, ew mazlûm in. Weke hemû gelê Sûriyê ew birîndar in. Pêwîstiya wan bi kesê ku vê birînê dermanbike heye. Di riya pirojeya xwe em dixwazin birînên gelê kurd û hemû Sûriyan derman bikin.

Niha Amerîka careke din dibêje ew dixwaze Beşar Esed li ser desthilatê nemîne. Herwisa li Rûsyayê jî rexne li Beşar Esed tê girtin. Tu di wê baweriyê de yî ku lihevkirineke Rûsî-Amerîkî li ser nehiştina Esed li ser desthilatê hatiye kirin?

Lihevkirineke Rûsî, Amerîkî û Ewropî û hin welatên heremî ên Erebî li ser bidawîbûna desthilata Beşar Esad heye. Desthilata Beşar Esed bi dawî bûye, tenê maye ew bê hilanîn. Di rojên nêz de, qanûna qeyser dê pêk bê. Pêvajoyek nû destpêdike. Niha di encama, têkçûna siyasî û aborî, û têkçûna di nav rêjîma Sûriyê de pêvajoyek nû destpêdike. Em li hêviya teqîneke mizin in li Sûriyê. Em li hêviya pêşandanên bi milyonanin, ji opozisyonê û hemû pêkhateyên Sûriyê bo daxistina vê rêjîmê ne. Ji bo Sûriyeke nû, pir reng hemû gelê wê di nav de hevbeş bin, divê pêvajoya Beşar bidawîbibe.

Em bi pêwendiyên xwe yên baş li gel rêveberiya Amerîkayê serbilind in û me li ser gelek projeyên ku me pêşkêşî rêveberiya Amerîkayê kirine lihevkiriye. Herwiha em di wê baweriyê de ne ku rêveberiya Rûsyayê û hêjmarek ji welatên Ewropayê jî hevbeşiya gelek proje û hizrên me yên ku me pêşkêşkirine dikin. Me pêşniyara pêkanîna dîdararekê ji bo aliyên neştîmanî li Sûriyê kirye. Dîdareke ku kesên beşdarî wê bibin ji berjewendiyên kesayetî dûrbin, ku alîkariya çareseriya neştîmanî tê de bikin û Suriyeke ji berê baştir û nû avabikin.

Edy Cohen yek ji lêkolînvanên diyar û şêwirmendê serokatiya wezîran li Îsraîlê dibêje, Fehid Misrî kesê munasîb e da ku bibe serokê nû yê Sûriyê. Gelo ti dewletek piştevaniya we dike da ku hûn bibin serokê Sûriyê?

Mi berê destnîşan kiribû ku, Edy Cohen lêkolînereke di navendên lêkolînê de ye. Îsraîl dewlekeke ji saziyan pêk tê, dewleteke rêzdar e. Nêrînên pêkhateyên cuda li Sûriyê, di derbarê hin mijarên ku pêşkêş dike de werdigre. Ew vê nêrîna xwe li ser bingehê, pirojeya siyasî ku ji aliyê Bereya Rizgariya Neştîmanî ji bo aşîtiya di navbera Sûriyê û Îsraîlê ve hatiye pêşkêşkirin avadikin. Projeya Bereya Rizgariya Neştîmanî, projeya yekane ye ku ji aliyê Opozisyona Sûriyê ve ji bo rojava û Îsraîlê hatiye pêşkêşkirin. Projeya bi tenê ye ku dixwaze hemû aliyên Sûrî li derdora projeyeke niştîmanî bike yek. Em naxwazin, kesekî bi yê din biguherin. Em dixwazin sazûmaniyeke desthilatdar, bi dewleteke ji saziyan pêk tê biguherin.

Nûçeya serdana we ji bo Îsraîlê belav bû, paşê we ragihand ku ne rast e. Sûriyê li hebûna dewleta Îsraîlê mikur nayê. Tu ligel wê yekê yî ku îtîraf bi Îsraîlê bê kirin û Îsraîl û Sûriyê pêwendiyên fermî çêbikin?

Kesê ku destpêkê piştgiriya Fehid Elmisrî dike xelkê Sûriyê ye. Gelê ku ev 10 sal in li dijî zilmê û zorê rabûye. Ez kurê şoreşa Sûriyê me. Min nîvê temenê xwe li sirgunê derbaz kiriye. Ez kurê şoreşa Sûriyê me. Di dereca yekê de ez xwe dispêrim gelê Sûriyê. Pêşkêşkirina pirojeya me ya siyasî li gel dewletên cîhanê, ne ji bo piştgiriya Fehid Elmisrî ye, lê belê ji bo piştgiriya projeya siyasî ku Bereya Rizgariya Niştîmanî ew pêşxistiye ye. Pirojeya ku piraniya pêkhateyên Sûriyê piştgiriya wî dike.

Tirkiyê bi rêya êrîşê Efrîn û Serê Kaniyê girtin. Herwisa ligel hêzên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ku ser bi Tirkiyê ne li Idlibê ye. Gelo helwesta we ji hebûna hêzên Tirkiyê li ser axa dewleta Sûriyê çi ye?

Helwesta me zelale. Aliyê ku hêşt Sûriyê bibe, dikeyek, ji bo mudexeleya hêzên biyanî û hêzên din ên çekdarî, baskê kujer ê di nav rêjîma Sûriyê de ye. Pêwîstiya me bi ketina pêvajoyeyke beşdariyê heye, ji bo gihêştina lihevkirinekê bi dewletên cîhanî û heremî re da ku hemû hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin.

Tirkiyê welatekî cîran yê girînge ji bo Sûriyê. Rûbarekî dirêj ji sînorê welatê me bi Tirkiyê re ye. Gelê Sûriyê tû dijminahiya wî bi Tirkiyê re nîne. Lê li beraberî wê yekê, divê Tirkiyê rêzê nîşanî desthilatiya gelê Sûriyê li ser xaka wî bide. Tirkiye divê têbigihêje ku, taybetmendiya rewşa gelê kurd li Sûriyê, cudaye ji rewşa Kurdan li Tirkiyê. Em metirsiya dewleta Tirkiyê di warê ewlekraiya wê ya neştîmanê fêmdikin. Lê ev yek, di rêya diyalok û gotûbêjan bi hêzên neştîmanî û şefafiyetê çareser dibe. Ji bo ji nûve bidestxistin û vegerandina gelê Sûriyê desthilatiya xwe li ser hemû xakên Sûriyê, em çaveriya diyalokeke cidî û piratîkîne ji bo giftigukirina hemû hizran bi rayadarên Tirkiyê re dikin. Herwiha em amedene ji bo ji nûve destnîşankirina gelê Sûriyê ji çarenûsa xwe re bi hemû aliyan re giftiguhe bikin.

Partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê yan bila em bêjin li bakurê Sûriyê daxwaza otonomî û federaliyê dikin. Tu çawa berê xwe didî vê daxwaza Kurdan?

Min berê jî destnîşan kiribû ku, mafê tu aliyê neştîmanî Sûrî nîne ku, îradeya xwe bi zora çekan li ser gelê Sûriyê ferzbike. Pergala Siyasî li ser bingehê lihevkirina hemû pêkhateyên Sûriyê tê destnîşan kirin.

Nav li gel min ne girîngin. Em dixwazin hemû cûrê zilmê li ser Kurdan rakin. Em dixwazin hemû mafên hemwelatiyên me yên Kurd bidinê. Em dixwazin hemû cure zilmê li ser kurdan rakin. Daxwaza me Sûriyeke pir reng û hevbeş ji bo hemû hemwelatiyane. Navên siyasî ango pergala siyasî bi lihevkirinê dibe.

Nêrîn dê li ser bingeha lihevkirina Netewî bin. Bêyî li hevkirina netewî, tê wateya ku em dê cardin bikevin nava pevçûneke nû. Çareserkirina pirsa kurd ne zehmete, hêsane. Li ser bingehê rêzdariya ji yê din re çareser dibe. Dema ku rêz li cudabûna kudan nîşanbidin em dikarin bigihên hemû çareseriyan.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENSK) endama Îtîlafa Hêzên Opozisyonê ya Sûriyê ye û yek ji du hêzên sereke yên Kurdî li Sûriyê ye û daxwaza sîstemeke federalî ji bo Sûriyê dike, gelo pêwendiya te bi wan re çawa ye?

Pêwendiyeke me ya baş li gel Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê ENKSê heye. Em rojane bi hin kesayetiyên wan yê rêzdar re û rayadarên partiyên din ên Kurdî re di nava pêwendiyan de ne. Pêwendiya me bi hêzên û ciwanên şoreşger ên kurdî ji gelek bajarên hindir ên Sûriyê, li Efrînê û bajarên din re hene.

Pêwendiya me ya rojane bi hêzên kurdî ên neştîmanî re hene. Em bi vê pêwendiyên xwe serbilindin ji ber ku Kurd parçeyek ji vê pirojeya me ya niştîmanî ne. Lihevkirinên me li gel rayadarên kurd ên Sûriyê hene û em bi vê lihevkirina û têgihêştina ji nêrîna Bereya Rizgarkirina Neştîmanî serbilidin. Bi hêvîne ku ji bo avakirina Sûriya nû em yekdest bin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) mezintirîn hêza leşkerî ya rêkxistî ye li Sûriyê. Nêzîkî 12 hezar şehîd dane û hevpeymanên herî bihêz ên Amerîkayê ne di şerê dijî DAIŞê de li Sûriyê. Baskên siyasî yên HSDê daxwaza otonomiyê ji bo bakurê Sûriyê dikin. Gelo pêwendiya we bi wan re heye û hûn çawa berê xwe didin HSDê û armanca wan?

Hin kesayetiyên ku li Qahîreyê girêdayî rêxistina Siyasî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi me re pêwendî danîn. Mi ji tevan re got, em di çarçoveya pirojeya niştîmanî de dixwazin kar bikin. Em gelek pêkanînên ku hin çekdarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk kirine red dikin. Em piroseyên guhertina Demografiyê redikin. Em hemû helwestên ku bi rêgez, qanûn û Exlaq re dijbere.

Em herkesê di Hêzên Sûriyeya Demokratîk de vedixwînin ku pêwendiyên xwe bi PKKê re qut bikin. Rêxistna PKKê gelek karesat bi sere gelê Kurd anî. PKKê nerêxistneke niştîmanî Sûriye. Ew ji derveyî sînorê welêt hatiye, divê pêweniya li gelê bê qutkirin. Divê lihevhatineke Kurdî Kurdî pêkbê. Divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, pêwendiyên xwe li gel rêjîma Sûriyê û Îranê qut bike. Em dixwazin weke Sûrî, ji bo welatekî me hemûyan hemz bike di nav pirojeyeke niştîmanî yek de kar bikin.

Hemû Kurd navçeyên xwe li Sûriyê, wek “Rojavayê Kurdistanê yan Kurdistana Sûriyê” bi nav dikin, wek çawa Kurd li navçeyên xwe dibêjin “Herêma Kurdistanê yan Kurdistana Iraqê” û ev di destûra Iraqê de hatiye bicihkirin. Hûn bi wê yekê re ne ku ev di destûra nû ya Sûriyê de jî bê bicihkirin?

Li ser têrmên siyasî pişt re mirov dikare lihev bike. Lê bi gor nêrîna me, weke pirojeya Bereya Rizgarkirina Nîştîmanî, ji bo çareserkirina pirsa Kurd, em dixwazin hemû gund, bajarok, bajar û parêzgehên ku piranî Kurd lê dijîn, navên kurdî li gel yên Erebî bên bingeh girtin.

Heta niha jî hinek Kurdan nasnameya Sûriyê nestandine, xwendin û perwerdeya bi zimanê Kurdî ji aliyê Şamê ve qedexe bû. Hûn çawa berê xwe didin vê rewşê û hûn ê çawa çareser bikin?

Ez daxwaz dikim ku Kurd di desthilatê û hemû beşên dewleta Sûrî de hevbeş bin. Birayê hêja, divê em ji bîr nekin ku, 4 serokên komara Sûriyê, beriya yekitiya Suriyê Misrê, ji Kurdan bûn. Mihemed Elî Bêg Elabêd, Hisnî Elzeîm, Fewzî Silo û Şikrî Elqewetlî 4 serokên Kurd bûn. Ji bo gelê Sûriyê tû pirs nîne. ku serokê komarê bin an di cihekî din di desthilatê de bin. Em hevbeşiyeke neştîmanî ya resteqîn dixwazin.

Ew weke nasnameya xwe ya Kurdî beşdar nebûn…

Nasnemeya niştîmanî ya Sûrî, nasnameyke ji bo yê herkesê Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen, Aşûr û hemû pêkhateyên gelê Sûriyê giştgir e. Dema ku em rêz ji cudabûna hemû aliyan re bigrin. Ger yekî kurd serokatiya Sûriyê, an bo serokê artêşê di vî warî de tû pirsa me bi tû netewekî li Sûriyê re nîne. Nasnameya niştîmanî ji bo hemû Sûriyan giştgir e. Em taîfeke Sûrî naxwazin. Em parvekirineke li ser bingehê taîfî, olî an netewî naxwaz in. Em li hevkirineke li ser bingehê nasnameya niştîmanî ya Sûrî dixwazi n. Kî ji kîj mezhebî an netewî cihê xwe di desthilatê de bigre ji bo me ne pirse.

RÛDAW

0 views