Search
  • www.bircabelek.com

Ew zaroyê li Serê Kanîyê bi sedema burdûmana Tirkiyê leşê wî şewitî bû; bo Kurdistan24 axivt


Mehemed Hemîd, temen 13 sal, piştî ku li meha Çiriya Keme a sala bûr, li bajarokê Serê Kanîyê ji encama burdûmana firokeyên Tirkiyê bi çekên Firsfor a Sipî lêşê wî şewitî bû û gazî, hewar û giryana wî ji azara şewitina leşê wî bi rêya Kurdistan24 gehişte cîhanê û dûv re ev pirs bû pirseke mêdya ya cîhanê.

Piştî peywendîyeka telefonî ya serok Mesûd Barzanî li gel bav û kesûkarên Mehemed Hemîd, ev zaro ji Rojavaya Kurdistanê het veguhaztin bo Herêma Kurdistanê û dûv re jî bo çaresrîyê hat şandin bo derve ya welat.

Mehemed Hemîd, niha birînên wî sarêj bûye û li Nexweşxaneya Rojava ya Tengavîya li bajarê Hewlêrê li jêr çavdêrîyê bûye û rewşa tenduristîya baş bûye.

wek li gel destpêka hewar û girînên wî di dema şewitînê li ba wî bû dengê wî gehande cîhanê, evro jî Kurdistan24ê serdana Mehemed Hemîd kir li nexweşxane ya navhatî.

Bavê Mehemed di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24 ragehand, li Firansayê pişkinîna dûpat kir, ku Mehemed berkevtîyê çekê Fisfora Qedexe kirîye ku ji alîyê Tirkiyê ve li dijî hevwelatîyên deverên Rojava ya Kurdistanê ji alîyê Tirkiyê ve bikar hatibû.

Bavê Mehemed got jî: Heft neştergerî bo Mehemed hatîne kirin û êdî pêwîstî bi neştergerîyan nemaye.

K24

7 views