• www.bircabelek.com

Erdogan: Em ji operasyoneke din li Rojhilatê Firatê dudil nabin


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku piştî êrişa li Idlibê heyameke nû li Sûriyê dest pê dike. Erdogan herwiha got ku ew di berdewamiya “operasyona Kaniya Aştiyê” (ya li Rojhilatê Firatê) de dudil nabin.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di komcivîna heftane ya partiya xwe de axivî û got ku êrîşa roja Yekşemê 3yê Sibatê birîn ser leşkerên Tirkiyê yên li nav axa Sûriyê, ew bûyer êdî ji aliyê Tirkiyê li Sûriyê serdemeke nû ye.

Recep Tayyip Erdogan ragihand ku madem li herêma Îdlibê ewlehiya leşkerên wan nayê pêkanîn ew bixwe dê wî mafê xwe bi kar bînin û tu kes nikare nerazîbûn xwe nîşan bide û got: “Dema hewce bike hêzên beja û asmanê yên Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li herêmên em lê ne û li Îdlibê dê bi rehetî operasyonan bikin.”

Erdogan amaje kir ku li Sûriyê ji xeynî Tirkiyê gelek hêz din hene, lê hinek alî têne ji hebûna Tirkiyê aciz in, û bo gotina wî ew rêzê ji serweriya Sûriyê digerin lê heta “rêxistinên teror” li herêmê bidawî nebin ew ji Sûriyê dernakevin û got: “Derdê wan ew e ku 'dibêjin em çawa dikarin hêj zêdetir çekan bidin PYD û YPGyê, yanê PKKyê ku li wir li dijî Tirkiyê ye.”

Serokomarê Tirkiyê ew di berdewamiya “operasyona Kaniya Aştiyê” (ya li Rojhilatê Firatê) de dudil nabin.

Erdogan herwiha gef li hikûmeta Sûriyê xwar û got: "Eger rejim di nav meha Sibatê de ji cihên xalên çavderiyê yên Tirkiyê paşve venekişe, em bi xwe dê vî karî bikin. Rejim çawa li hemberî pinpêkirina herî biçûk a komên dijbere êrîşên giran ên di nav de sivîl jî hene li hemberî wan dike, ji vir pê ve rejim li hemberî hêzên leşkerî binpêkirinan bike, dê bersiv bê dayîn.”

Di heman demê de Erdogan anî ziman ku hêviya wan tenê ji Rûsyayê ew e ku hesasiyetên Tirkiyê yên li Sûriyeyê baş fêm bike û got ew di berdewamiya “operasyona Kaniya Aştiyê” de dudil nabin.

RÛDAW

0 views