Search
  • www.bircabelek.com

ENKS: Serhildana 12ê Adarê nexşeya Kurdistana Sûriyê bi xwînê kişand


Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi boneya 16emîn salvegera Serhildana 12ê Adarê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, Serhildana 12ê Adarê ji Dêrikê û ta Cindirêsê nexşeya Kurdistana Sûriyê bi xwînê kişand.

Emîndariya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, Serhildana 12ê Adarê ji encama fîtneya bi destê rêjîma Sûriyê hatiye çêkirin ji bo derxistina milmilaneyeke netewperestî di navbera Ereb û Kurd de destpê kir, ku di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn û hatin binçavkirin, ji bilî dizî û talankirina mal û milkên welatiyên Kurd.

ENKS di daxuyaniya diyar dike, Serhildana 12ê Adarê ji Dêrikê û ta Cindirêsê nexşeya Kurdistana Sûriyê bi xwînê kişand û gelê Kurd bi hemû çîn û hêzên wê ve li hember serkotkirina rêjîmê kirin yek û piştevaniya gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê wergirt.

ENKS diyar dike, Serhildana 12ê Adarê gelek destkeft ji hemû Sûriyan re anî, ya herî girîng jî ew bû, dîwarê tirsê ya rêjîmê li ser gelê Sûrî sepandibû şikand û ev serhildan bû destpêka rasteqîne ya şoreşa Sûrî di sala 2011an de.

ENKS dibêje: “Ji Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî re roleke sereke ya piştevaniyê ji gelê me re hebû”.

ENKS tekez dike, di vê qonaxa aloz ya Sûriyê bi giştî û herêmên Kurdî bi taybetî tê re derbas dibe, ENKS bi hemû hêzên navdewletî û herêmî re kar dike, ji bo sînorekê ji êş û karesata bi serê gel de hatiye deyne û derbiderên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî vegerin ser mal û milkên xwe û hemû binpêkirinên li wan herêman dibin rawestînin.

Di vê derbarê de ENKSê daxwaz ji civaka navdewletî dike, bilez çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re deyne û êş û azarên gelê Sûriyê bidawî bike û hemû çekdar û mîlîşyayên biyanî ji Sûriyê derxîne.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat jî, ENKS di dema Roja Şehîd a Kurdî bibîr tîne, tekez dike dê xebata xwe ji bo bicihkirina hemû maf û daxwazên gelê Kurd berdewam bike, di riya mikurhatina li hebûna gelê Kurd li Sûriyê di destûrê de, dîtina çareseriyeke siyasî ya dadperwerane ji doza netewî re, hemû mafên wî li gor belge û peymanên navdewletî dabîn bike û hemû projeyên nijadperestiyê yên ser wî hatine kirin rake.

Di dawiyê de ENKS bang li gelê Kurd dike, êvara 12ê Adarê mûman vêxînin. Roja 12ê Adarê di demjimêr 11:00de 5 xulekên bêdeng rawestin û serdana gorên şehîdan bikin û baxên gulan danin ser goran.

S. B

K24

6 views