Search
  • www.bircabelek.com

ENKS û PYDê di warê siyasî de li hev kirin


ENKS û PYD piştî çendîn civîn û hevdîtinan, di warê siyasî de li hev kirin û biryar e di rojên pêş de jî derbarê pirsên serbazî û rêveberiyê de gotûbêjan bikin.

Jêderên taybet bi Rûdawê ragihandin, ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), hevdîtinên wan ên rasterast bi serpereştiya Amerîkayê berdewam in û wan di warê siyasî de li hev kirine û tu pirsgirêk di navbera wan de nemane.

Çavkaniyên taybet ji Rûdawê re dan xuyakirin, ku PYD û ENKS li ser pêşeroja Rojavayê Kurdistanê, helwesta li hember hikûmet û opozisyonê, pêwendiyên bi welatên cîran re û gelek pirsên din yên çarenivîssaz lihev kirin çêbûye û Amerîka jî wan hevdîtinan birêve dibe.

Frensa jî piştgiriya wê projeya Amerîkayê dike.

Endamê meclîsa PYD Ebdulkerîm Saroxan jî ji Rûdawê re got, êdî dem hatiye ku Kurd rêza xwe bikin yek.

Saroxan herwiha got, dema wê hatiye ku lêvegereke siyasê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê çêbibe û astengên ku berê hebûn nemînin.

Roja 26ê Nîsana îsal, Şanderê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur Rojhilatê Sûriyê William Roeback li gel alîkara xwe serdana Rojavayê Kurdistanê kiribûn û bi giştî li gel 22 partiyên Kurdî û bi taybet partiyên ser bi ENKSê û TEV-DEMê re hevdîtin kiribûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî têkildarî serdana şanda Amerîkayê û hevdîtinên wê şandê li gel partiyên Kurdî daxuyaniyek dabû û destnîşan kiribû, ku ew civîn û hevdîtin di çarçoveya destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mazlûm Ebdî de û ji bo yekrêziya aliyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê de bûye.

RÛDAW

1 view