• www.bircabelek.com

Efrîn- Gûrûbên çekdar 10 welatî revandin


Gûrûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine bi armanca koçberkirina xelkê Efrînê, welatiyên Efrînê bi bihaneyên cuda direvînin û pereyan ji wan distînin û mal û milkên wan didizin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê da belav kir, gûrûba Lîwa El Şimal duhî bi ser gundê Kolîka yê navçeya Mabeta de girt û bi bihaneya pişknînê derbasî hejmarek malan bûn û dest bidiziyê kirin û du welatiyên bi navê Mustefa Mihemed Silêman û Îbrahîm Mihemed Mustefa revandin.

Di raportê da hatiye zanîn jî, gûrûpeke çekdar û Îstixbarata Tirkiyê duhî welatî Hesen Hesen Kolîko yê ji gundê Memila li navçeya Cindirêsê bû revand.

Ji aliyekî din ve, gûrûpa Semerqend bi ser gundê Delayê navçeya Mabeta de girt û 5 welatiyên bi navê Mustefa Hemûdî, Fexrî Hemûdî, Ehmed Çawîş, Ehmed Imo û Ebdulkerîm revandin, piştî du kesan ji wan her yekê 140 hezar Lîreyên Sûrî dan, berdan.

Wê rêxistina mafên mirovan belav kir jî, grûpeke çekdar li gundê Zêtûnekê yê navçeya Şera welatî Rohilat Mihemed ji 17ê vê mehê revandiye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir jî, rêbenda li gundê Kefir Cenê îro welatî Reşîd Menan Hemdoş revandiye.

BasNews

0 views