Search
  • www.bircabelek.com

Doza mirina Ahmetê 13 salî wê piştî 12 salan vebe


Ahmet Polat, li Hesenkeleha Erziromê xurde kom dikirin.

Di 13ê Nîsana 2008ê de, li ser rêya D-100ê ango li ber Goristana Leşkeran a li nêzîkî Fermandariya Taborê ya Tîmên Taybet li Pasînlerê, dema xurdeyên di destên xwe de li hev xistiye, ew xurde teqiyan e. Hatiye famkirin ku di nava xurdeyên wî de teqemeniya leşkerî hebûye û ew bûye sedema teqînê.

Di encama teqînê de Ahmet Polat miribû, pênc hevalên wî birîndar bûbûn.

Ahmet 13 salî bûye.

Dozgeriya leşkerî û dadgeha îdarî biryar dabûn ku “berpirsiyarî ya malbatê ye û lêpirsîna cezakirinê bê-encam mabû. Daxwaza tazmînatê ya malbatê nehatibû qebûlkirin.

Malbatê serî li Dadgeha Destûrî dabû û Dadgehê di biryara xwe de gotibû ketina herêma leşkerî ya zarokekî di wî temenî de nehatiye astengkirin û berpirsiyariya dezgehên dewletê di mirinê de heye. Ji bo ji nû ve dadgehkirinê dosya şandibû dadgehê.

“Nivîsa ‘nabe hûn bikevin vir’ weke delîl nîşan dabûn”

Serdozgeriya Komarî ya Pasinlerê lêpirsîn dabû destpêkirin û gotibû ku mirina Ahmet Polatî bi van gotinan penase kiribû: “Şikestinên ji ber teqîna ku bi parçeyan bandorê dike û birîndariya hundirî”.

Polîsan li derdora Fermandariya Tabûrê lêkolîn kiribûn û di rapora xwe de nivîsandibûn ku “Di beşên li rê dinêre yên têlên dirêhî yên li derdora Fermandariya Tabûrê valahî hee, lê nobedar van deran diparêzin û nivîsa ‘Ev der Herêma Ewle ya Leşkerî ye Nabe Hûn Bikevin Vir’ hatiye danîn”.

Hevalên Ahmet Polatî jî gotine ew her yer ji wan li cihên cida bûne û wan xurde kom kirine. Li derdora goristanê pêrgî Ahmetî hatine û wê demê du hesin ji çendeyê xwe derxistiye û li hev xistiye. Wê demê jî teqîn çêbûye.

Rapora krîmînal diyar kiribû ku perçeyên teqemeniyê “dişibin teqemeniyên antî-tangan, bombeavêjan û yên weke wan”.

Dozgeriya Leşkerî dosya qebûl nekiribû

Piştî vê dosya şandine dozgeriya leşkerî.

Dozgeriya leşkerî jî bi îdiaya ku ‘wan ti kêmasî peyda nekirine’ dosya qebûl nekiribû û ser wê girtibû.

Malbata Ahmedî li dijî Wezareta Navxweyî û ya Berevaniyê bi daxwaza tezmînata darayî û manewî doz vekiribû. Dadgeha Îdarî li gorî nêrîna dozgeriya leşkerî biryar dabû. Piştî ku 10em Daîreya Şûraya Dewletê. Malbatê serî li Dadgeha Destûrî dabû.

Dadgehê di 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2020ê de biryara xwe daye û gotiye, mafê jiyanê hatiye binpêkirin ku di Xala 17ê ya Qanûna Bingehîn de hatiye diyarkirin. Dadgeha Destûrî her weha ji bo ji nû ve dadgehkirin pêk were dosye şandiye 2yem Dadgeha Îdareyê ya Erziromê. (AS/FD)

BÎANET

1 view