Search
  • www.bircabelek.com

Derketina ji derve a kesên 65 salî û berjortir û nexweşan hatiye qedexekirin


Li gorî biryarnameya ku Wezareta Karûbarên Navxweyî kesên 65 salî û berjortir û nexweşên nexweşiya kronîk hatiye qedexekirin.

Wezaretê biryarnameya xwe ji waliyên 81 bajaran re şandiye û tê de diyar kiriye ku weke li gelek welatan li Tirkiyeyê jî koronavirus ango (Covid-19) li ser jiyana mirovan xetereyeke gelekî mezin e û ji ber wê li hemû cîhanê hejmara miriyan û nexweşan zêde dibe.

Her weha hatiye gotin, hêla bingehîn a rîska vê nexweşiyê ew e ku vîrus li qadên civakî bileztir belav dibe û ji bo kesên 65 salî û berjortir û kesên nexweşiya kronîk a kezeb û pişikê, astim, KOAH, nexweşiya dil û rehan, gurçik, hipertansiyon û kesên wan dermanan dixwin ku bandorê li ser saxlemiya wan dike xetereyeke mezin heye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de Wezaretê bal kişandiye ser wî tiştî ku kesên 65 salî û berjortir û nexweş dîsa jî derdikevin ji derve, li parkan kom dibin, li wesayitên civakî siwar dibin û him ji bo xwe him jî ji bo tendirustiya civakê xetereyê çêdikin.

Wezaretê diyar kiriye ku ji ber van sedema wan li gorî Xala 11/C ya Qanûna Birêvebirina Bajaran, Xala 27 û 72yê ya Qanûna Hifzissiha ya Gelemperî roja 21.03.2020an ji saet 24an û pê de derketina kesên navborî hatiye sînorkirin û qedexeye ku derkevin derve.

Wezareta Karûbarên Navxweyî ji bo şopandina vê mijarê û alîkariya wan kesên ku derketina wan hatiye qedexekirin Koma Piştgiriya Civakî ya Wefadariyê ava kiriye. Kesên pêdiviya wan bi alîkariyê hene divê bi rêya nimareyên 112, 155 û 156ê alîkariyê bixwazin. (DB/FD)

BÎANET

4 views