Search
  • www.bircabelek.com

Damezrênerekî DEVAyê: Em dê ji bo çareserkirina pirsa Kurd gavên mezin biavêjin


Yek ji damezrênerên Partiya DEVA Fazil Husnu Erdem diyar dike, hejmareke zêde ya Kurdan berê xwe didin partiya wan û got, “Em dê ji bo çareserkirina pirsa Kurd gavên mezin biavêjin.”

Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem ku yek ji damezrênerên Partiya DEVAyê ye, beşdarî bultena 17.00 a taybet bi Bakurê Kurdistanê bû û behsa kar û xebatên xwebirêxistinkirina partiya xwe kir li bajarên Kurdan.

Fazil Husnu Erdem behsa proseya vekirina şaxên partiya xwe kir li Bakurê Kurdistanê û got ku heta niha hewlên xwebirêxistinkirinê berdewam dikin û heta niha rastî astengiyekê nehatine.

Erdem aşker kir ku ew niha li bajarên Şirnex, Êlih, Sêrt, Mêrdîn û Amedê xebatên xwebirêxistinkirinê birêve dibin û ji Şirnexê dest bi xebatan kirine û got, “Me ew kesên serîlêdane yek bi yek nirxandine û hewzeke navan ava kirine û bi kesên berbijêr in bo serokatiya bajêr me rûbirû hevdîtin kiriye. Armanca destpêkê diyarkirina serokên bajaran e. Di serlêdanê de ti şert û mercên me tune ne.”

Herwiha Fazil Husnu Erdem got ku li wan 5 bajarên Bakurê Kurdistanê nêzikî 5 hezar kesan serî li partiya wan dane û nêzikî 150 berbijêrên bo serokatiya bajaran hene û got, “Em dibînin ku gelek kes ji partiya me hez dikin.”

Wî damezrênerê partiya DEVA amaje bi “nebûna dadwerî, pabendnebûnê, binpêkirina maf û yasayan, sînordakirina azadiyan” kir û got, “ev pisrgirêk li her devera Tirkiyê hene, lê pisgriêk li vê navçeyê qat bi qat zêdetir hene. Ji ber nasnameya xwe ya Kurdî gelek pirsgirêk tên jiyîn. Li gel vê yekê di ware azadî, yasa û aboriyê de em zêdetir hest pê dikin weke xelkê vê navçeyê. Di vê heyamê de tengavbûnek heye.”

Derbarê cudahiya partiya wan li gel AK Partiyê jî Erdem dibêje, AK Partî destpêkê gav ji bo çareserkirina pirsa Kurd avêtin lê paşê “ji rêziknameya xwe ya damezrandinê dûr ket û Kurd êşandin û di hilbijartinên derbasbûyî de gotineke dijî Kurd bikar anî, ne tenê ji bo Kurdên li vê navçeyê dijîn, ji bo Kurdên Başûr û Rojava jî. Ev li gel Kurdan bû cihê nerazîbûneke mezin. Vê yekê li gel Kurdan rê li ber lêgerîneke nû vekir ku bikare dawî li vê rewşê bîne.”

Di dewama gotinên xwe de Erdem got, “hejmareke mezin a Kurdan berê xwe didin partiya me” û ragihand ku ew dê ji bo çareserkirina pirsa Kurd gavên mezin biavêjin.

RÛDAW

3 views