Search
  • www.bircabelek.com

DAIŞê êrişî Pêşmerge kir: 2 pêşmerge şehîd bûn


Li bajarokê Kulecoyê ya ser bi Herêma Germiyanê ve çekdarên DAIŞê êrişî Hêzên Pêşmerge kir û li gor agahiyên destpêkê şehîd hene.

Peyamnerê Rûdawê Hello Mihemed ragihand ku îşev çekdarên DAIŞê li devera bajarokê Kulecoyê êriş birin ser Hêzên Pêşmerge.

Hello Mihemed diyar kir ku çekdarên DAIŞê bi kamereyên çavdêriyê yên hêzên asayişa Germiyan ve hatine dîtin û hêzên asayişê lige Hêzên Pêşmerge ber bi çekdarên DAIŞê çûne, lê çekdaran ji dûr ve êriş kirin.

Pêyamnêrê me da zanîn ku di encama êrişê de 2 pêşmerge şehîd bûn.

Hello Mihemed destnîşan kir ku çekdaran sê hawen teqandine û ew 2 pêşmerge bi wê yekê şehîd bûne.

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Germiyan Îrfan hemexan jî piştrast kir ku îşev saet 22.45 êriş li hemberî Hêzên Pêşmerge hate pêkanîn û di encamê de 2 pêşmerge şehîd bûne.

RÛDAW

2 views