Search
  • www.bircabelek.com

Dadgeha bilind ya Beljîkayê: PKK ne rêxistineka terorîstî ye!











Wezareta Derve ya Tirkiyê bertek nîşanî biryara dadgeha bilind ya Beljîkayê li ser PKKê da.

Duhî dadgeha bilind ya Beljîkayê biryara dawî li ser çend dosyeyên endam û dezgehên PKKê da ku ji sala 2016 di bin lêpirsînê de ne û ragihand, ji ber ku PKK ne rêxistineka terorîstî ye ew kes û dezgeh nikarin wek endamên rêxistina terorîstî bên dadgehîkirin.

Hiqûqdan dibêjin, ev biryara dadgeha bilind ya Beljîkayê êdî bo tevahiya dadgeh û dozan jî derbas dibe ku ji vir û pêde li dijî PKKê bên vekirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê li hember vê yekê daxuyaniyek û bertek nîşanî wê biryarê da.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hatiye gotin ku biryara dadgeha bilind ya Beljîkayê “binpêkirina eşkere ya hiqûqê ye”.

Wezareta Derve ya Tirkiyê, Beljîka bi DAIŞê tirsandiye û gotiye, DAIŞ jî dê ji wê biryarê sûdmend bibe, ji ber wê jî biryara han dê şerê li dijî terorê lawaz bike.

BasNews

1 view