• www.bircabelek.com

Covid-19 û rêbazên xweparastinê


Hemû welat li dijî Koronavirus (Covid-19) ya ku li Wuhana bajarê Çînê derketiye holê û li dinyayê belav dibe, rêzikên xwe yên têkoşînê amade dikin.

Li seranserê dinyayê hejmara kesên j ber Covid-19ê mirine ji 18 hezar û 900î derbas bûye.

"Worldometer", malpera înternetê ya derbarê Covid-19ê da rojane agahiyan belav dike, aşkere kiriye ku li seranserê dinyayê hejmara kesên ji ber Covid-19ê mirin gihîştiye 18 hezar û 905.

Li gor daneyan bi 6 hezar û 820 kesan va herî zêde li Îtalyayê mirov ji ber vê nexweşiyê mirine.

Piştî Îtalyayê bi 3 hezar û 281 kesan va herî zêde li Çînê mirov mirin.

Ji ber ku li Îspanyayê 2 hezar û 991 kes ji ber Covid-19ê mirin, Îspanyayê di rêza sêyem da cih girt.

Li Îranê 1934 kes mirin ku ew jî bû welatê çaremîn a ku herî zêde mirov lê mirin.

Li Fransayê jî 1100 kes mirin û wê jî di rêza pêncemîn da cih girt.

Tevdîrên dijî vîrusa koronayê hatin hildan, rêyên belavbûnê, nîşane, rêgezên pêderxistinê, xebatên aşî û dermanan, şaşiyên wekî rastî tên zanîn, bikaranîna rûpêçê di encama xebatên li Tirkiyeyê tên meşandin, hişyariyên Wezareta Tendusirtiyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (RTC) da hatin nûkirin.

Li gor vê, tiştên Covid-19ê yên tên mereqkirin û xebatên li Tirkiyeyê tên kirin wiha ne:

Koronavirus çi ye?

Vîrusên koronayê wekî famîlyeya vîrusa ku di ajal û însanan da dibe sedemên nexweşiyan tê nasandin. Wisa tê zanîn ku vîrusa koronayê di merivan da dibe sedema nexweşiyên wekî Sendroma Bêhnsitandinê ya Rojhilata Navîn (MERS) û Sendroma Bêhnsitandinê ya Akut a Zor (SARS). Di van demên dawîn da jî Covid-19 li dinyayê belav bû û dibe sedema mirina merivan.

Covid-19 çi ye?

Covid-19 wekî vîrusa koranayê ya herî dawî ya dibe sedema mirina gel tê zanîn. Vîrusa koronayê ya tîpa teze herî pêşiyê li Wuhana eyaleta Çînê di dawiya meha berfanbarê da bi nîşaneyên agir, kuxik, xefirxaniyê derket holê û di 13ê rêbendana 2020î da hat danasîn.

Nexweşî li pazara amûrên behrê hat tesbîtkirin. Paşê di nav însanan da belav bû li Wuhanê û bajarên din ên Hubeyê jî belav bû. Nexweşiyê xwe avête eyaletên din ên Çînê û li dinyayê belav bû.

Nîşanên vîrusê çi ne?

Nîşanên herî eşkere agir, kuxik û bêhalî ne. Di hin nexweşan da jî êş, xitimandina poz, xîtik, êşa qirik û gewriyê yan jî îshal tê dîtin.

Ji sedî 80yê kesên bi vîrusê dikevin bêyî dermankirinê baş dibin. Ji 6 kesan kesekê bi Covid-19ê ketiye zehf giran dibe û nikare bêhnê hilde. Ji sedî 20 nexweşan li nexweşxaneyan tên dermankirin. Nexweşî herî zêde bandorê li kesên 60 salî û mezintir dike.

Vîrus di nexweşên kal û pîr, tansiyonê, dil û diyabetê da bi piranî dibe sedema mirinê. Dibê piştgiriya tibî bidin kesên tîna laşê wan zêde ye, bi kuxikê ketine û nikarin bêhna xwe hildin.

Vîrus çawa belav dibe?

Dema kesê bi Covid-19ê ketiye bikuxe yan jî bêhna xwe bide ji devê wî dilopên zehf piçûk derdikevin û li der û dorê belav dibin û nexweşî li kesên din digere. Dilop dema bi tiştên li dorberê digere û kesekî din jî tê destê xwe dide wê derê vîrus li wî kesî jî digere.

Gelo vîrus bi rêya hewayê belav dibe?

Xebatên zanistî yên hetanî îro hatin kirin nîşan didin ku Covid-19 bi dilopên li hewayê belav dibe.

Gelo antîbiyotîk di dermankirina nexweşiyê da bi kêr tên?

Antîbiyotîk li vîrusê tesîrê nakin. Ji ber ku vîrusek dibe sedema Covid-19ê antîbitoyîtk kêrî tiştekî nayên.

Gelo derman an jî aşiyeke pêşiyê li nexweşiyê dibire heye?

Hetanî îro aşî yan dermanê antîvîral ê ku nexweşiyê tedawî dike tune. Xebatên ji bo pêşxistina aşî û dermanan dewam dikin û tên ceribandin.

Ji bo parastinê divê em rûpêçê bi kar bînin?

Heke kesekê bi Covid-19ê ketiye derman bikin an xwedî bikin dibê rûpêçê bi kar bînin. Rûpêçên ji bo carekî dibe bi tenê carekî bi kar bînin.

Rûpêçê çawa bikar bînin û derxin?

Dibê bi tenê xebatkarên tendurisriyê, wezifedarên xwedîkirinê an kesên bi kuxikê ketine û agirê wan hene bi kar bînin.

Beriya ku destê xwe bidin rûpêçê dibê destê xwe bi sabûn û avê bişon an jî bi alkolê miz bidin. Mêze bikin ku hela di rûpêçê da qul heye an tune. Dibê aliyê bi reng li derva bimîne. Rûpêçê bidin ber devê xwe û metalê rûêpê di ser poz da were xwarkirin.

Jêra rûpêçê berjêr bişiqitînin û devê xwe bi tevahî bigrin. Piştî bikaranînê rûpêçê derxin. Dibe ku vîrus li rûpêçê geriyabe ji ber vê dema rûpêçê derdixin ji xwe dûr bigrin, bi destê lê nedin biavêjin qutiyeke girtî.

Piştî derxistin û avêtina rûpêçê destê xwe bişon an jî bi alkola sterlîze bikin.

Teşxîsa Covid-19 çawa tê danîn?

Testa vîrusa koronayê ya cureyê nû digel kîta teşxîsê ya xwemalî ya derfet dide ku di nav 60-90 deqîqeyî da encamên berfireh bên bidestxistin bi kîta teşhîsê ya bilez a ku di 15 deqîqeyan da encam dide tê tesbîtkirin.

Gelo mirov dikare bi bergiriyên hêsan pêşî li belavbûna vîrusa koronayê bigire?

Ji bo ku pêşî li belavbûna vîrusa koronayê bê girtin divê rêbazê ji 14 madeyan pêk tê bi cî binin.

14 rêbaz çi ne?

1- Destê xwe bi av û sabûnê herî kêm 20 saniye gelek caran bişon.

2- Dema hûn dikuxin yan jî dipişkin dev û pozê xwe bi destmalên ji bo carekê tên emilandin bigirin. Heke destmal tunebe gurçika milê xwe bi kar bînin.

3- Destê xwe nedin çav, dev û pozê xwe.

4- Herî kêm 3-4 mêtro mesafeyê bixin navbera xwe û kesê ku pê ra nîşaneyên sermagirtinê hene.

5- Seyahetên xwe yên dervayî welêt betal bikin yan jî taloq bikin.

6- Dema hûn ji dervayî welêt vedigerin 14 rojên ewil li mala xwe derbas bikin û ziyaretvan qebûl nekin.

7- Cihên ku hûn lê ne hewadar bikin.

8- Cihên wekî destkê deriyan, armatur, lavaboyan ên ku gelek tên emilandin her roj bi av û deterjanê paqij bikin.

9- Eşyayên şexsî yên wekî pêşgiran bi hev ra neemilînin.

10- Cilên xwe di 60-90 pileyî da bi deterjana normal bişon.

11- Temasa nêz a wekî hembêzkirin û destgirtinê dûr bisekinin.

12- Ji bo jêbexşiya laş avê zehf vexwin, haj bi xwarin û pergala xewa xwe hebin

13- Heke bi we ra semptomên sermagirtinê hebin bi îxtiyar û keêsn nexweşiyênn wan ên kronîk hene ra têkilî daneynin û heta maske nedin ber dev û pozê xwe dernekevin derva.

14- Heke agirê we nakeve, bi we ra kuxik hebe û bêhna we biçike maske bidin ber dev û pozê xwe û herin navendeke tenduristiyê.

(FD)

*Çavkanî: AA

BÎANET

0 views