• www.bircabelek.com

Bi wêne…2 ciwanên Bane li Sine hatin darve kirin


Du ciwanên xelkê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha bajarê Sine hatin darve kirin.

Ebdulwahîd Feyzî û Ramyar Muxlis ku bi tometa kuştina bi qesdî ve cezayê darve kirinê bo wan hatibû dayîn û îro 24.04.2020ê serê sibehê li girtîgeha navendî ya Sine hatin darve kirin.

Ew her du ciwane li gor Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragehandiye, tewanê wan ê kuştina du kesên bi navên Hêmin Meirûf û Efşîn hebûye.

Di heftiyeke borî de 6 hemwelatiyên bajar û navçeyên Seqiz, Bane, Dêwlan û Şabad hatin darve kirin.


BasNews

0 views