Search
  • www.bircabelek.com

Baroya Amedê: Bêhiqûqî kirin qanûn


Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, der barê qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatin kirin de got: "Bêhiqûqîtî kirin qanûn." 

Qanûna Înfazê ya ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatin kirin hat qebûlkirin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li ser vê yekê bi hezaran girtiyên edlî ku serçeteyên wekî Alaattin Çakici jî di nav de hatin berdan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, qanûna înfazê ya nû ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxand. 

Aydin, diyar kir ku efûya ku hikumetê û hevparên wê derxist efûyeke taybet e û wiha got: “Hikumet û hevparên wê ji bo hin komên sûcan efû derxistin. Ev komên sûcan paradigmaya hikumetê jî dide nîşandan. Hikumetê sûcên ku li dijî kesan hatî kirin efû kirin lê ji bo sûcên ku li dijî dewletê hatî kirin tiştek nekirin. Anku otorîterbûn û totalîterbûn berdewam dike.”

‘DARAZA TIRKIYEYÊ BÊHIQÛQIYEK MEZIN AVA KIR' 

Aydin, da zanîn ku daraza Tirkiyeyê bêhiqûqiyek mezin û qeyranên mezin afirandine û wiha axivî: “Girtîgeh ‘bi qurbaniyên darazê’ tijî bûne. Dîsa kesên ku herî zêde mexdûr bûn kurd û mûxalîf in. Di sûcên edlî de jî pergal pir xerab dimeşe û mexdûriyetên cidî derketine holê. Bi destdayîna hev ya daraz û desthilatdariyê hejmara kesen ku hatine hepskirin bûye 300 hezar kes. Her sal bi dehan girtîgeh tên çêkirin, lê niha di ser kapasîteyê re girtî di girtîgehan de ne. Şertên tenduristiyê gelek xerab in. Ji bo ku girtî biçin nexweşxaneyeke baş meh derbas dibin. Xwedîbûn û paqijî di rewşeke nebaş de ne. Wekî din lêçûnên 300 hezar girtiyan ên îaşe, ewlehî û tenduristiyê ji bo dewletê budçeyeke mezin in. Dema mirov li van pergala darazê ya nebaş jî lê zêdekir ji bo kesên 'hindûr' hatiye asta teqînê.”

‘JI BO KU QANÛN WERE FÊM KIRIN DIVÊ HIQÛQNAS ÇEND CARAN BIXWÎNIN’

Aydin, axaftina xwe wiha dewam kir: “Desthilatdariyeke ku ev qas ji demokrasi, hiqûq, mafên bingehîn û azadiyê dûr ketibe gengaze ku arasteyî mûxalîfan pêleke girtinê bide dest pê kirin. Ji xwe vê dike jî, kesên ku rexneyeke biçûk jî dike an xwe di bin çavan de an jî li girtîgehê dibine.” 

Aydin, destnîşan kir ku ev qanûn ji cûdabûnê wêdetir bi teknîka hiqûqî jî bi pirsgirêk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qanûnên ku li CMK’yê werin sazkirin di qanûna înfazê de hatine çêkirin. Hinek sûc xistine çarçoveya efûyê lê sînorê ser û bin yê heman sûcî de zêdebûna cezayî çêbûye, qanûna înfaze hate rewşeke tevlîhev. Ji bo ku hiqûqnas jî vê qanûnê fêm bikin divê çend caran bixwînin. Di pêkanîna vê qanûna tevlîhev de jî dê şaşî û şiroveyên cuda derkevin holê.”

‘BÊHIQÛQÎ BÛ QANÛN’

Aydin, anî ziman ku di qanûna înfazê de wekhevî tune ye û wiha pê de çû: “Dewlet ji bo ku muxalîfan di girtîgehan de bihêle israrkar e. Lê bêhiqûqî, bêedaletî û neheqiyên mezin kurdan û muxalîfan jiyan û hêj jî dijîn. Heke başkirinekê bikin ji bo heqiyê jî be divê ji vir dest pê bikin. Dewlet dikare ji bo sûcên li dijî kesan hatî kirin tişteke neke lê ji bo sûcên ku li dijî wê hatî kirin hewceye ‘efûkar’ bibe.” Aydin, der barê pêkanîna nedayîna rojnameyên mûxalîf bibîr xist ku ji xwe du sal in hin rojname, pirtûk, kovar bi awayekî keyfî nadin girtiyan û wiha axivî: “Der barê nedayîna rojnameyan taybetmendiyeke karakterîstîk a hikumetê jî ev e. Di serî de polîtîkayên xwe têxe merîyetê heke bertek ji civakê neyê bingeha wê amade dike û dike qanûn. Demên dawî yên Tirkiyê mirov dikare pêvajoya qanûnbûna bêhiqûqiyê bi nav bike. Nedayîna weşanên ku der barê wan de 'biryara komkirinê an jî qedexebûnê neyî' ya girtiyan pêkanîneke neheq û bêhiqûq bû. Êdî ev bêhiqûqî bû qanûn. Em ê demên pêşiya me de bibin şahidên pêkanînên wisa. Ji ber ku her roj pîneyeke buxçikê diteqe, şûna ku buxçikê nû bikin dixwazin bi pîneyan pêvajoyê bi rê ve bibin. Ev feraseta ku vê armanç dike tiştekî ku pêşkeşî civakê bike jî nîn e.”

MA / Fahrettîn Kilinç - Ayşe Surme 

3 views