Search
  • www.bircabelek.com

Baran Bozyel wê li Stenbolê stranên xwe bistirê


Stranbêj Baran Bozyel ku di Adara 2019ê de albuma xwe ya bi navê "Çûka Reş" derxistibû, wê li Stenbolê konserekê bide.

 Bozyel wê di dema konserê de stranên xwe yên ji albuma xwe ya nû û yên kevin bistirê. Di albuma wê ya nû de 8 stran hene ku navên wan "Dîlber", "Şeftali Ağaçları", "Hemoş", "Çûka Reş", "Dünya", "Pêşmal Reş", "Memyan E Memo" û "Potporî" ye.

Konsera Baran Bozyelê 12ê Sibatê saet di 20.30 deqîqeyan wê li navçeya Şîşliyê, li Navença Çandê ya Bajêr ya Cemîl Candaşî pêk were.

Baran Bozyelê wê di 11ê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê de konserek li dar bixista lê ji ber Operasyona Tirkiyeyê ya li ser Rojavayê, ev konser betal kiribû. (FD)

Bîanet

7 views