Search
  • www.bircabelek.com

Bakur- Pîrozbahiyên Newrozê hatin betal kirin


Partî û saziyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku bi hinceta metirsiya belavbûna korona vîrûsê hemû bernameyên cemawerî û mitîngên pîrozkirina Newroza îsal hatin betal kirin.

Partî û saziyên weke Kongra Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Azadî, HDP, DBP, DDKD, PDK-Bakur, PİA, Partiya Komînîsta Kurdistan bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku hemû çalakî û bernameyên Newroza îsal ji ber metirsiya vîrûsa koronaya nû (Covid-19) hatin betal kirin.

HDPê biryara civîneka standiye û tê çaverêkirin 12ê Adarê HDPê betalkirina mîting û bernameyên cemawerî yên pîrozbahiyên Newrozê ragihîne.

Vîrusa Koronayê li Tirkiyê jî peyda bûye û berpirsên Tirkiyê bi armanca parastina xelkê biryara girtina dibistan û zankoyan û yariyên futbolê dabû.

BasNews

2 views