Search
  • www.bircabelek.com

Av li ser xelkê Til Temir û Hesekê hatiye qutkirin


Tevî ku welatên zilhêz ên cîhanî li herêma Hesekê hene, lê hebûna wan nebûye sedema aramiya deverê û girîngtirîn pêdawistiya jiyanê weke av li wir peyda nabe. Xelkê Til Temir bê av mane û wêstgeha Elok ku ava navçeyê dabîn dike ketiye bin kontrola çekdarên ser bi Tirkiyê ve û rê bi karmendên wê nayê dan biçin ser karê xwe.

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li wêstgeha Elok ku 6 kilometreyan dikeve rojhilatê Serê Kaniyê, av li ser bajarê Hesekê qut kirine û rê nadin karmend vegerin ser karê xwe.

Li cem Edla Dawê û cîranê wê , behs behsa nebûna av ê û zehmetiya jiyanê ye.

Hemwelatiya bi navê Edla Dawê dibêje: “Îro sê çar roj in, ava me tune ye, ava me ji Eloke tê Til Temir û diçe Hesekê û Şedadê û Holê. Wan av li ser me qut kirine, ji serê sibehê ve balafir digerin, jiyana me di xeterê de ye, ka dewlet? Ka demokrasî? Bila ji me re karekî bikin”

Av ne li Til Temir û ne li Hesekê heye, heta li Şedad û Holê jî tune ye, beramber avê, çekdarên ser bi Tirkiya ve daxwaza dana elektirîkê dikin.

Rêveberiya avê amadebûna xwe derbarê dana elektirîkê nîşan dide û bi garentiyeke Rûsî, sê caran civîn di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê ji aliyekî û çekdarên opozisyonê û artêşa Tirkiyê  ji aliyekî din ve, çêbûye, lê heta niha jî ava deverê nehatiye.

Hevseroka Rêveberiya Avê li Til Temirê Sozdar Ehmed jî got: “Em dixwazin wêstgeha xwe bişuxilînin bi karmendên xwe yên ku beriya niha tê de kar dikirin. Wan kareba dixwast, me kareba da wan, lê niha çima nadin em nizanin, xwestekên wan yê bê, çine em nizanin.”

Ji 24 vê mehê ve, av li ser milyonek kes hatiye qutkirin, di 26 heman mehê de grûpek şarezayên avê yên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bi polîsên Rûsî re çûn wêstgeha Elok, lê ji bilî ku rê liber wan hat girtin, bombeke vedayî jî bi wan ve teqiya û sê kes ji wan birîndar bûn.

RÛDAW

1 view