Search
  • www.bircabelek.com

ASTENGAN NİKARÎN PÊŞİYA XEBATA NİŞTİMANÎ Û DEMOKRATÎK BİGRİN


Belavoka Kongreya 2’an a Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK Kongreya 2’an a PSK di 29 Sibatê da lî Enqere bi serketî pêkhat. Di kongreye da serokê gîstî û endamên organên din yên partiyê bi yekdengî hatin hilbijartinê. PSK, di 01-03 Mijdarê a parsal da li Diyarbekîrê konferansa xwe a yêkan pêkanî bû.  PSK di vê konferansê da rewşa siyasî a Kurdistan, Tirkiyê û navçeyê dabû ber behs û bona xebata partiyê nexşereyek amade kiribû û dabû pêşiya organên deshilatdarê PSK. PSK, di Kongra xwe ya 2’an da, pêdagirî li ser biryar û nexşerêyê konferanse kir û biryar da, ku belavoka jêrî pêşkeşê bîrûrayê giştî bike. Pirsa Kurdistan, ne tenê pirsa Rojhilata Navîn e her usa bûye pirsa sereke ya navnetewî. Bê par hiştina gelê Kurdê 50 mîlyonî ji mafên mirovî û neteweyî yên serekî, dibe astengek herî bilind li pêşiya ava kirina asayiş û seqamgiriyê li navçeye da. Li cihanê gelekî dinê nîne, ku wekî gelê Kurd welate wê hatibe parçe parçe kirinê, hebûn û çand û dîroka wê hatibe înkar kirinê, gelek caran hatibe nefî kirinê û bibe armanca siyaseta asîmîlasyon û jenosîde. Dabeşbûna Kurdistan û gele Kurd ya sedan salî, siyaseta nefî kirina bi darazorê, ne tenê bûye sedema eş û azara mirovî, her usa bûye nîşanderê sîstema heyî a cihanê, ku çiqas bê dadî û bê huquqî ye. Eyan û eşkere ye, ku di parçe perçe bûna Kurdistanê û dagir kirina mafê dewletbûnê a gelê Kurd da qasê dewletên navçeyê, dewletên mezin jî berpirs in. Tiştekê siruştî ye, ku rola serekî di alozî û tevlîheviyê, ku di Rojhilata Navînê da berdewam e, ya dewletên dagirkerên Kurdistanê bin. Bûyer û rûdanên, ku li Tirkiyê, Îran, Iraq û Suriyê diqewmin, nişanderên vê rastiyê ne. Dewletên dagirker bona ku peşiya xebata gele Kurd bigrin, siyaseta zilm û zordariyê û militarize kirinê girtine ber xwe. Neyartî li hember Kurd di wan welatan da bûye sedema bilind bûna nijadperestî û kiryarên bê qanunî û hestên şerxwaziyê.      Rewşa Tirkiyê a îro di vî warê da gelek balkêş e. Ji sala 2015ê vir da, Tirkiyê derbarêye pirsa Kurd dîsa vegeriya siyaseta tundûtijiyê û heman demê da hikumeta Tirkiyê siyaseta diktatorî û totalîterîzmê kiriye bingeha xwe.  Hikumeta Tirkiyê, ku dixwaze pirsa Kurd li Tirkiyê bi tundûtijiyê çareser bike, her usa li hember perçeyên din yên Kurdistanê siyeseteka êrîşger bi rêva dibe. Û ev yêka hanê li Tirkiyê bûye sedemê bê edaletî û bê huquqiyê û cemsergiriya siyasî û bilind bûna nijadperestî û qeyrana aboriyê. Eşkere ye, ku Tirkiyê siyaseta xwe ya derheqa Suriyê li ser neyartiya Kurd ava kiriye. Siyaseta hanê jî Tirkiyê dibe carna vî alî, Carna jî vê alî. Tirkiyê ji nakokiya navbera Rusya û Amerika istifade kir û bandora xwe li Suriyê berfirehtir û bi hêztir kir. Tirkiyê bi vî awayî karî navçeyê Kurdên vê welatê carekî dinê perçe bike û domografiyayê navçeye bigore û ev yêka hanê jî daxwaza dagirkeriya Tirkiyê roj bi roj zêdetir kir. Lê belê ev yêka hanê her usa bo Tirkiyê bûye binbestek. Bûyer û rudanên Îdlîbê yên dawî nişana vê rastiyê ne. Îro eşkere bûye, ku siyaseta li ser bona neyartiya Kurdan rojek hevkarî ligel Rusya, rojekê dinê hevkarî ligel Amerika êdî nameşe.   Siyaseta neyartiya Kurd hem navxweyiya Tirkiyê him jî li Suriyê gihiştiye tixubên dawiyê. Bêguman ligel hemu hewlên Tirkiyê û astengan, gelê Kurd him li Tirkiyê û him jî li Suriyê mafên xwe yên netewî wê bi dest bixe. Dewletên dagirker, nikarine pêşiya xebata gelê Kurd a ji bona jiyaneka azad û serbilind, ku bi sedsalan berdewam e,  bigrin û ji îro pêva jî  nikarin. Ji ber ku xebata hanê xebata hebûn û tunebûna gelekî 50 mîlyonî ye û berhema êş û azar û cangoriyên sedsalî ye. Rastiya hanê ne tênê ya Kirdistana Bakur e, her usa ya hemu perçeyen Kurdistanê ye. Siyaseta dewletên navçe a tepeser kirina gelê Kurd têkçûye. Hamaset, û gef xwarina cihanê nikare rastiya hanê veşêre. Îro gelê navçe û bîrûrayê giştî vê rastiyê têgihiştine. Îro erkên girîng û pîroz li peşiya hêzên niştimanî û demokratên Kurd heye. Zirufa serketina Kurdan roj bi roj kamil dibe. Di rewşa îro da divê di her parçeyê da tifaqa bi hêz a netewî û demokratîk bê ava kirinê. Divê tifaqa netewî û demokratîka hanê a her perçeyî liser bergeha gîştî a Kurdistanî bê ava kirinê. Îro ji her demî pirtir pêdiviya me bi stratejiya hevbeş a seranserê Kurdistanê heye. Partiya Sosyalîst a Kurdistan bona cî be ci kirina erkên hanê berdewam wê hewl bide.   Kongra me erkê xwe dizane, ku bala bîrûrayê giştî bo ser doza daxistina partiya me û PAK û PDK-Tirkiyê û KKP bikşine. Tomar kirina doza hanê beşekê siyaseta  hikumeta AK partî ye, ku derheqa pirsa Kurd da, di salên dawî da bi rêva dibe, beşekê siyaseta tundutijî û asimilasyon û înkar kirinê ye. Tomar kirina doza hanê alîkî va bê tehammuliya dewletê nişan dide alikî va jî hewlê pêşî lêgirtina kar û xebata partiyên me ne. Gelê Kurd û hêzên aşitixwaz û demokrat divê dengê xwe doza daxistina partiyan bilind bikin. Bi hezaran welatparêz bi tohmeta “alîkariya teror”, bi neheqî hatine girtin, ku yek ji wan damezrenêrê partiya me Bekir Topgider e. Halwesta partiya me derheqa tundûtijî û terorê eşkere ye. Bona vê yêkê tohmeta “alîkariya terorê” bo hevalê me buhtanekê bê binî ye. Divê siyaseta  hanê a dewlete, ku dixwaze tevgera azadiya Kurdistanê wekî “teror” nişan bide, bê berdanê. Bekir Topgîder û girtiyên wekî wî divê benê azad kirinê. Kongraya 2an a PSK 03 Adar 2020

4 views