Search
  • www.bircabelek.com

Artêşa Sûriyê êrîşî hêzên Tirkiyê kir: 5 serbazên Tirkiyê hatin kuştin


Artêşa Sûriyê îro li sînorê parêzgeha Idlibê pêgeheke artêşa Tirkiyê topbaran kir. Di encama topbaranê de 5 serbazên Tirkiyê hatine kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûne. Cîgirê Serokomarê Tirkiyê jî dibêje, hêzên wan dê li Sûriyê bimînin û ew dê bersiva her aliyekê bidin, ku li dijî hêzên wan êrîşan pêk bînin.

Li gor agahiyan, di berdewamiya aloziyên li Idliba Sûriyê de, îro artêşa Sûriyê binkeya leşkerî ya Tirkiyê li Teftenazê topbaran kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku di encama êrîşa topxaneyên artêşa Sûriyê de li idlibê, 5 serbazên wan hatine kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha diyar kiriye, ku hêzên wan di cih de bersiva êrîşa artêşa Sûriyê dane, lê belê awayê bersivdanê û encamên wê aşkere nekiriye.

Teftenaz balafirxaneyeke serbazî ye ku dikeve sînorê Idlibê û artêşa Tirkiyê li wê derê binkeya serbazî û xaleke çavdêriyê heye.

Fuat Oktay, Cîgirê Serokomarê Tirkiyê jî li hember êrîşa Sûriyê ya bo ser hêzên welatê xwe bertek nîşan da û li ser twîtterê ragihand, hêzên leşkerî yên Tirkiyê dê berdewamiyê bidin mana xwe ya li Sûriyê.

Oktay got jî, artêşa Tirkiyê dê bersiva wan aliyan jî bide ku ti hesabekê ji hiqûqa navdewletî re nakin.

Hefteya bihorî jî li Idlibê di êrîşeke artêşa Sûriyê de 8 kes ji hêzên Tirkiyê hatibûn kuştin.

Wê demê Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihandibû, ku artêşa Tirkiyê bi tundî bersiv daye û zêdetir ji 50 binke û çeperên artêşa Sûriyê kirine armanc û di encamê de bi gotina Akar, 76 serbazên Sûriyê hatibûne kuştin. Lê Sûriyê ew yek red kiribû.

Her heman demê, Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ragihandibû, ji aliyê Tirkiyê ve ti êrîş bo ser binkeyên hêzên hikûmeta Sûriyê ve nehatine encamdan û ti firokeyeke cengî ya Tirkiyê jî derbasî esmanê Sûriyê nebûye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di dema êrîşa bihorî de gotibû, ku balafirên cengî yên F-16 û topxaneyên artêşa Tirkiyê binkeyên hêzên Sûrî yên li Idlibê kirine armanc û diyar kiribû, ku derdora 30 heta 35 serbazên Sûrî di wê bersivdanê de hatine kuştin.

RÛDAW

2 views