Search
  • www.bircabelek.com

Amerîkayê bi 35 barhelgiran ve çek û dîwarên çîmento şandin Qamişlo


Artêşa Amerîkayê bi 35 barhelgiran ve çek û dîwarên rêgir ên çîmento şandin bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê.

Li gor nûçeya ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê, ew 35 barhelgirên çek û dîwarên rêgir ên çîmentoyê li deriyê Welîd ê li sînorê parêzgeha Enbar a li rojavayê Iraqê ve derbasî nav axa Sûriyê bûne û ji wê derê ve jî, bo Qamişlo hatine veguhestin.

Di beşeke din ê nûçeya SANA de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku ew barhelgirên ku çek û pêdiviyên leşkerî, otomobîlên leşkerî û dîwarên rêgir ên mezin rakiribûn, bo daxistina rêyan û parastina leşkeran dê bê bikaranîn û beşek ji wan jî ji deriyê Rebîe ya li parêzgeha Nînowa ve ber bi rojavayê Kurdistanê ve hatine birin.

BasNews

2 views