• www.bircabelek.com

Amerîkayê 10 milyon dolar dike xelat bo zanyarî derbarê rêveberekî Hizbullahê de


Amerîka 10 milyon dolar dike xelat bo zanyarî derbarê rêveberekî milîsên Hizbullah a Lubnanê de.

Wezareta derve ya Amerîkayê di beyanameyekî de ragehand, rêveberê Hizbullah a Lubnanî Mihemed Kewseranî yek ji cîgir û alîkarê fermandarê Hêza Quds a Îranê yê hatî kuştin Qasim Silêmanî bûye.

Herwaha heman wezaretê ragehand, 10 milyon dolar dikin xelat bo wî kes û aliyê ku zanyariyê derbarê Mihemed Kewseranî de bide Amerîkayê û ragehand, Kewseranî hemahengî navbera milîsên nêzîk Îranê de dikir.

RÛDAW

0 views