Search
  • www.bircabelek.com

Amerîka di hejmara tûşbûyên Koronayê de li pêş Çînê ket


Amerîka di hejmara tûşbûyên Koronayê de li pêş Çînê ket û li gor amarên fermî heta niha li Amerîkayê 85 hezar û 594 kes bi vîrusa COVID-19 ketine.

Bi tenê di roja Pêncşemê de, nêzîkî 17 hezar kesên din li Amerîkayê tûşî COVID-19 bûn, bi vê jî hejmara giştî ya tûşbûyên bi vê vîrusê li wî welatî 85 hezar û 500 kes derbas kir û kete pêşiya Çînê.

Niha Amerîka ji aliyê tûşbûna bi vîrusa Koronayê ve li ser asta cîhanê di pileya yekem de ye û piştî wê jî welatên Çîn, Îtalya û Îspaniya û Îran di rêzên din de cih digirin.

Ji 85,594 tûşbûyên Amerîkayê, heta niha 1,300 kesan canê xwe ji dest dane û 1,868 kes jî çêbûn e.

Pêşketina Amerîkayê di aliyê hejmara tûşbûyên bi Koronayê de piştî bilindbûna bilez a hejmara tûşbûyan li wî welatî di dema vê heftiyê de hat.

Li Çînê ku cihê belavbûna vîrusa Koronayê ye, hejmara tûşbûyan li gor amara fermî 81 hezar û 340 kes e ku 75 hezar û 588 kes ji wan baş bûne û 3,287 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

RÛDAW

6 views