Search
  • www.bircabelek.com

Amerîka 5 milyon dolaran dide her kesê ku cihê Xelîfeyê DAIŞê aşkere bike


Amerîkayê ji bo wergirtina zanyariyan û aşkerekirina cihê serokê nû yê rêxistina DAIŞê xelateke 5 milyon dolarî diyar kir. Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand, “Amerîka dê 5 milyon dolaran bide her kesê ku cihê Xelîfeyê DAIŞê yê nû aşkere bike yan derbarê wî de zanyariyan bide wan.”

Balyozxaneya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê ya li Bexdayê di daxuyaniyeke nivîskî de amaje bi wê yekê kiriye, ku Waşingtonê ew 5 milyon dolar wek xelat diyar kiriye û dê bide her kesê ku derbarê Xelîfeyê DAIŞê yê nû Mihemed Seîd Ebulrehman de zanyariyan bide yan cihê wî aşkere bike.

Di daxuyaniyekê de têkildarî Xelîfeyê DAIŞê agahiyên zêdetir hatine aşkerekirin û hatiye gotin, ku ew kes bi çend navên din jî tê naskirin, wek: “Hecî Ebdullah Mewla, Eb Omer Turkmanî, Ebdulemîr Mihemed Seîd el Selbî.”

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daye xuyakirin, ku serokê nû yê DAIŞê jidayikbûyê sala 1976an û ji bajarê Mûsilê ye û piştî kuştina Ebûbekir Bexdadî di rojên dawiya Cotmeha sala 2019an de bûye serokê nû yê rêxistina DAIŞê.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Balyozxaneya Amerîkayê dibêje: “Ew terorîst berprisyar e li hemebr rijandina xwîna xelkê bê tawan, kuştin û revandina hemwelatiyên sivîê ên Iraqî û ne Iraqî.”

Ew demek e ku liv û tevgerên çekdarên DAIŞê li Iraqê zêde bûne û êrîşên xwe bo ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê zêde kirine.

RÛDAW

3 views